PÊNGAVA CENGA HEFTANÎNÊ
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA LI XANTÛRÊ WEŞAND
Gerîlayên HPG-YJA Starê, 21’ê Hezîranê ya li devera Xantûr a Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxistibû.
Hêzên Gêrîla di çalakiyê de derbên giran li artêşa tirk a dagirker dan.
Gerîla Tv dîmenê çalakiyê weşan.
Gerîlayên HPG/YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li ser hev derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.
Gerîla Tv dîmenê çalakiyekê weşand.
Ev dimenên li ser ekranê we yên çalakiya 21’ê hezîranê ya devera Xantûr a herêma Heftanînê ye.
Di çalakiyê de hêzên Gerîla ji nêz ve li ser hev derbên giran li sengerên artêşa tirk a dagirker dixin.
Piştî demekê hêzên gêrila di ser çeperên artêşa tirk a dagirker de digirin.
Di dimenan de xuya dike ku çawa çeperên artêşa tirk di nava agir de dimînin.
Di vê çalakiya gerîlayan de hejmara kuştî û birindarên artêşa tirk nehate zelal kirin.
Li gorî daxuyaniyên HPG’ê ji roja 16’ê Hezîranê heya niha, Gerîlayên HPG-YJA Starê li dijî artêşa tirk a dagirker 43’çalakî pêk anîn e. Bi giştî di encama çalakiyan de 107′ eskerên artêşa tirk hatin kûştin.