Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Gerîlaya YJA-Starê Evrim Botan: Rola jinan di Cinga Heftanînê de pir mezine

 

Ji berxwedêrên Heftanînê gerîlaya YJA Starê Evrîm Botan destnîşan kir ku wê nehêlin ku dijmin bikeve nava xaka wan û got, “Bi ruhê Zîlan û Bêrîtanan, bi felsefeya Rêber Apo em ê şer bikin.”

Evrîm Botan got, “Mirov çiqasî qala vê berxwedana dawî bikin, têrê nake. Her gotin li pêşberî mezinahiya vê berxwedanê kêm dimîne. Ji ber ku gelek leheng, gelek hevrêyên fedayî derketin.

Bi taybetî bandora ku bi sekna hevalên jin hate kirin, pratîka ku bi rêbaza şer a hevalên jin danîn holê hem gelekî bi fedayî bû, hem jî xwedîderketina li xeta Şehîd Zîlan bû. Pêvajoyek bû ku taktîk tê de nû bû. Di vê pêvajoyê de taktîkên nû di şer de hatin ceribandin. Dibe ku yek ji şerê kku YJA Starê herî zêde çalakî kir Cenga Heftanînê ye. Her hevreyên ku tevlî vî şerî bûn bi rengekî mezin li ber xwe dan.

Her kesî hêz da hev, hêz ji hev wergirt. Em şervan in û hêzê ji hev werdigirin. Di felsfeya me de destberdana ji xaka xwe nîne. Em bi vî rengî ji yên beriya xwe hîn bûn. Ya ku şehîdan ji me re hiştin ev bû. Çanda berxwedanê, çanda jiyana bi îradeyê ji me re hiştin. Şerê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, derxistina dewleta Tirk a faşîst ji vê xakê armanca me ye.”

‘EM Ê NEHÊLIN KU DIJMIN BIKEVE NAVA XAKA ME’

Gerîlaya YJA Starê Evrîm Botan bal kişand ser sekna fedayî ya li dijî dagirkeran û got, “Sekna hevrê Rustem xeta Bêrîtanan careke din raxist pêş çavan. Ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinaran ve avêt. Sekna azadiyê ya Bêrîtanan careke din nîşanî tevahiya cîhanê da. Her heval bi ruhê fedayî şer kir, şer dikin. Hevalên di nava berxwedana Xantûrê de cih digirin, li qada Şeşdarayê, li Pirpûlayê çalakiyên gelekî mezin kirin.

YJA Starê bi roleke gelekî mezin rabû. Operasyon hîn jî dewam dike û heval li her cihî derbên giran li dijmin dixin. Em ê nehêlin ku dijmin bikeve nava vê xakê û em ê xaka xwe ji wan re nehêlin. Bi ruhê fedayî yê Zîlan û Bêrîtanan, bi felsefeya Rêber Apo em ê li dijî dijmin şer bikin, berxwedanê mezintir bikin.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv