Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlayên HPG Li Çelê derbe li maşîneyek Artêşa Tirk dan

 

LI ÇELÊ GERÎLAYAN LI WESAÎTEKE REO YA ARTÊŞA DAGIRKER DAN

Li dijî herêmên parastinê yên medyayê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker hebûn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî çalakiyê û êrişan ev agahî dan:

27ê Hezîranê an go îro şeveqê, gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Colemêrgê Çelê li artêş dewleta Tirk dan.

Gerîlayan wesaîteke leşkerî ya bi tîpa Reo li ser rêya qereqolên Deştanê û Tepê Sor kirin hedef û derbeke giran lê dan.

Di çalakiya sabotajê de artêşa dagirker kuştî û birîndar dan, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Balafirên şer 25 û 26’ê Hezîranê qadên Şeşdarê û Kordîne yên Heftenînê, Qadên Karker û Saca yên Zapê bombe kirin.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Parlementera HDP Fatma Kurtulan rewşa tecrîda li Imraliyê kir rojeva Meclisa Tirkiyê

Stêrk Tv

Li Heftanînê 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

Stêrk Tv

Erdal Kobanê: Dibe ku Dewleta Tirk careke din êrîşeke berfireh bi ser herêmê de bîne

Stêrk Tv

Çalakiyên li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li Ewropayê didome

Stêrk Tv

Lorîn Andok: Êrîş ne li ser PKK’ê ye, Başûrê Kurdistanê tê dagirkirin

Stêrk Tv

Êrîşên Faşizma AKP li dijî jinên Kurd

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!