ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
LI HEFTANÎNÊ HERÎ KÊM ÇAWISEKÎ PISPOR HATE KUŞTIN
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftanînê derbeke din li artêşa Tirk a dagirker da.
Di çalakiyê de herî kêm çawisekî pispor hate kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê li Heftanînê li ser hev çalakiyan pêk tînin.
Bi çalakiyan derbên giran li dagirkeran didin.
Gerîlayan doh jî, li dijî dagirkeran çalakiyeke bi bandor pêk anî.
Çavkaniyên Tirk îdîa dikin ku di encama çalakiyê de çawisê pispor Serdar Temellî hatiye kuştin.
Lê belê li gorî çavkaniyên herêmî, wendahiyên artêşa Tirk a dagirker zêde ne.