GERÎLA LÊ DIXE, GERÎLA TV BELGE DIKE
DÎMENÊ ÇALAKIYA GIRÊ DÛPIŞKAN A HEFTANÎNÊ HATIN WEŞANDIN
Li dijî tevgera dagirkeriya dewleta Tirk a li Heftanînê gerîlayên HPG û YJA-Starê rojane operasyonan dikin.
Gerîla bi van çalakiyan hem derbên giran li dagirkeran dixin û hem jî van çalakiyên xwe bi rêya Gerîla Tv belge dikin.
Dîmenê dawî ji çalakiya li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkan e.
Gerîla 24’ê Îlonê çeperekî artêşa dagirker dikin hedef.
Di encamê de çeper tê rûxandin, 3 esker tên kuştin.