Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiya nexweş Sevîl Rojbîn Çetîn a bi nexweşiya penceşêrê ye nayê derman kirin 01.12.2020

 

 

BERXWEDANA LI ZINDANAN A LI DIJÎ TECRÎDKIRINA RÊBER APO
KOMA DUYEMÎN SIBÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEWR DIGIRE

Girtiyên PKK û PAJK’î 27’ê Mijarê beşdariya xwe ya Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ragihandibûn.

Di çarçoveya pêngavê de girtiyên azadiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî kirin.

Çalakiya girtiyan 5 roj li pey xwe hiştin û wê sibê ji aliyê koma duyemîn ve were dewrgitin.

ZEXT Û ZORA LI SER GIRTIYÊN NEXWEŞ
SEVÎL ROJBÎN ÇETÎN A BI NEXWEŞIYA PENCEŞÊRÊ YE NAYÊ DERMAN KIRIN

Di vê navberê de li zindanan zext û faşîzma dagirkeriya Tirk li ser girtiyên siyasî pir zêde bûye.

Girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi mirinê re rû bi rû ne.

Yek ji wan jî aktivîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn e..

Sevîl Rojbîn Çetîn li zindana Mêrdînê ya Tîpa E’yê rê ragirtin û bi nexweşiya pençeşêra malzarokê ye.

Piştî hat girtin, tedawîya wê nîvço ma û nayê derman kirin.

Polîsên dewleta Tirk 27’ê Hezîranê avêtibûn ser mala Rojbîn Çetîn û bi kuçikan sê saetan êşkence lê kiribûn.

Malbata Rojbîn Çetîn xwest pirsgirêkên wê yên tendirûstiyê werin çareserkirin û banga hêstiyariyê li raya giştî kir.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv