Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê 29.11.2020

AMED – Girtiyê nexweş Bedrî Çakmak ê rewşa wî ne baş bû, rakirin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku Çakmak daketiye 35 kîloyan û ligel ku rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” ji bo wî hatiye dayîn jî, nayê berdan.

Girtiyê nexweşiyên pençeşêra mîdê, helandina hestî û xitimîna demarên çongê pêre heyîn Bedrî Çalak (46) ê 11 salin girtiye û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, ji ber ku li qawîşa lê dima rewşa wî xirab bû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.
RAPORA ‘NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’
Çakmak ê daketiye 35 kîloyan, ligel ku Nexweşxaneya Lêkoşîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dayê jî nayê berdan.
NIKARE XWARIN BIXWE
Kurê Bedrî Çakmak Osman Çakmak, diyar kir ku parêzeran li ser rapora nexweşxanê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û daxwaz kirin ku bavê wî bê berdan, lê bavê wî nehat berdan. Çakmak, derbarê rewşa tenduristiya bavê xwe de ev agahî dan: “Nexweşiya pençeşêrê ya mîde bi bavê min re heye. Niha bûye 35 kîlo. Di rewşa heyî de nikare êdî xwarin jî bixwe. Ji bo ku xwarin bixwe divê bê emeliyatkirin. Lê ji ber ku pir kîlo daye, bijîşk dibêjin emeliyat kirina wî bi rîske. Nexweşxanê rapora berdanê da bavê min. Lê ligel vê yekê jî bavê min nehat berdan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv