Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyê nexweş ê siyasî Sitki Pektaş li zindana Têkirdagê jiyana xwe ji dest da 11.11.2020

 

FAŞÎZMA LI ZINDANÊN DEWLETA TIRK
GIRTIYÊ NEXWEŞ Ê SIYASÎ SITKI PEKTAŞ LI ZINDANA TÊKIRDAGÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Li zindanên delweta Tirk a dagirker, li aliyekî vîrusa korona di nava girtiyên siyasî de tê belavkirin û li aliyê din jî, zext û faşîzm heye.

Rayedarên dewleta Tirk, hemû rengên faşîzma xwe li zindanan dimeşînin.

Kesên temen mezin û nexweş bernadin û bêyî ku tedawî bikin terkî mirinê dikin.

Îro dîsa agahiyek ji girtîgeha bajarê Tirkiyê Tekîrdaxê hat.

Girtiyê nexweş Sitki Pektaş, ji ber nedihat tedawikirin, jiyana xwe ji dest da.

Li zindana Amed’ê jî girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî, nayê dermankirin û berdanê.

Sitki Pektaş 28 sal e, bi hinceta “endamê rêxistinê ye” girtiye û li zindana Tekirdagê dihat ragirtin.

Di vê pêvajoya girtîgehê de gelek nexweşiyên kronik lê peyda bûn.

Girtiyê siyasî Sitki Pektaş ji ber ku nedihat tedawîkirin, şevê din jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin; piştî xwîn ji madê wî hatiye, ew rakirine Nexweşxaneya Edîrneyê.

Lê tevî hemû hewldanan jî, Sitki Pektaş jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Sitki Pektaş wê sibê li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê bispêrin axê.

Li zindana Amed’ê jî girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî, tevî nexweşiyê wî yên giran jî nayê tedawîkirin.

Selma Ozkan derbarê rewşa bavê xwe de ev agahî da;

Bavê min ji ser hiş ve diçe, îro di hevdîtinê de bi alîkariya hevalê li cem wî me ew dît.

Selma Ozkan xwest ku bavê wê Mehmet Emîn Ozkan, qet nebe di rewşeke wiha de were berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv