MIRINA GIRTIYÊ SIYASÎ YA BI GUMAN
SÎNAN GENCER 15 SAL BÛN DI GIRTÎGEHÊ DE BÛ
Vê sibê li girtîgeha Wanê girtiyekî siyasî mirî hat dîtin.
Rayedarên girtîhehê îdîakirin ku Sînan Gencer xwe kuştiye.
Lê malbat dibêje, dewletê ev yek kiriye.
Girtiyê siyasî Sînan Gencer 15 sal bûn di girtîgehê de bû.
Girtiyê siyasî Sînan Gencer vê sibê li girtîgeha Wanê mirî hat dîtin.
Rayedarên girtîgehê îdakirin ku Gencer întîhar kiriye.
Li gorî agahiyan bûyera bi şev saet 11’an çêbûye.
Cenazeyê Gencer ji bo veşartinê ji nexweşxaneyê hat wergirtin û birin taxa Suphanê.
Malbata Gencer ragihand ku ew bawer nakin ku bûyereke întîharê ye, ev yek ji aliyê Dewletê ve pêk hatiye.
Sînan Gencer beriya bi 15 salan li Trabzonê di şer de birîndarî dîl hat girtin û ji wê demê ve girtî bû.
2 caran cezayê muebetê lê hatibû birîn.
Her wiha 2 sal bûn di hucreya yek kesî de dihat ragirtin.