Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên Azadiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne 02.01.2021

 

“DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GIRTIYÊN AZADIYÊ 37 ROJIN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Rêber Apo 21 salin li zîndana îmraliyê ye û dibin tecrîdeke giran de ye.

Bi tecrîdkirina Rêber Apo re, gelê Kurd û civaka Tirkiyê tecrîd kiriye.

Ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo KJK-KCK’ê dest bi pêngavê kirin.

Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê li zîndanan tevlî pêngavê bûn û niha greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger de ne.

Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo 27’ê mijdarê dest pê kir di roja 37’an de ye.

Girtî bi rêya malbatên xwe peyaman didin û dibêjin heta, azadiya Rêber Apo wê çalakiya wan dom bike.

Girtiyên azadiyê li zindanan, malbatên wan û gelê Kurd jî li derve ji bo heman dozê li ber xwe didin.

ÇALAKIYÊN XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA GIRTIYAN
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI MEXMURÊ 16 ROJ LI PEY XWE HIŞT

Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo xwedîderketina li doza girtiyan 18’ê kanûnê bi pêşengiya Meclisa Îştarê greva birçîbûnê dest pêkir.

Greva birçîbûnê ya bi dorveger di roja 16’a de ye û ji aliyê koma 8’an ve tê birêvebirin.

Yek ji çalakgera gireva birçîbûnê Viyan Serxwebûn e.

Cemîle Korkmaz dibêje ewê sala 2021’an bikin sala azadiya Rêber Apo

Dayîka Ezîz Kaya yê li zindana Amed Tîpa D girtiye Sevgî Kaya ji Jinewsê re axivî û behsa armanca greva birçîbûnê kir.

“TÊKOŞÎNA GIRTIYAN TÊKOŞÎNA GELÊ KURD E”
SEVGÎ KAYA: ÊDÎ BES E DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Sevgî Kaya dibêje têkoşîna girtiyan têkoşîna gelê Kurd e û divê gel xwedî li çalakgeran derkeve.

ÇALAKIYÊN XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA GIRTIYAN
MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN SIBÊ LI KOBANÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIKE

Ji bo berxwedana girtiyan piştgiriyek jî ji rovayê Kurdistanê hat.

Greva birçîbûnê dê sibe li herêma Firatê, bajarê Kobanê destpê bike.

Endamê Rêveber a meclisa malbatên şehîdan a herêma Firatê Arif Balî ev agahî da.

Greva birçîbûnê sibe li qada Şehîd Egîd a Kobanê destpê bike û 7 rojan dewam bike.

Emê li wê derê kon vedin û dest bi çalakiya xwe bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv