Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên Azadiyê ev 43 rojin di grevê de ne 08.01.2021

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
GIRTIYÊN AZADIYÊ EV 43 ROJ IN DI GREVÊ DE NE

Ji 27’ê Mijdarê ve girtiyên azadiyê li dehan zindanên dewleta Tirk ji bo azadiya rêber APO di greva birçîbûnê de ne..

Berxwedana wan 43 roj li pey xwe hişt…

Girtî di çalakiya xwe de bi israr in û dibêjin, heta ew encamekê bi dest bixin wê berxwedana xwe bidomînin..

MALBATÊN GIRTIYAN BANG DIKIN
“EM LI PIŞT ZAROKÊN XWE NE Û BI WAN SERBILIND IN”

Malbatên girtiyan yên ji rewş û siheta zarokên xwe bi fikar in bang dikin da ku bêdengî bê şikandin.

Sedat Baygeldî di sala 2013’an de hat girtin û niha li zîndana Dîlokê tê girtin..

Diya Sedat Baygeldî, Şûkran Baygeldî derbarê berxwedana li zindanê de axivî.

Dayê Şukran dibêje ew bi zarokên xwe serbilind in û vê bangê li gelê Kurd dike.

Mehmet Şîrîn Polat jî 5 sal in di zîndana Amedê de tê girtin.

Ew jî di koma 5’an de tevlî berxwedanê bûye.

Diya Mehmet Şîrîn Polat, Şîrîn Şanaz jî d erbarê biryara berxwedanê ya zarokên xwe de axivî.

Û got, her çi dibe bila bibe ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv