Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên azadiyê: Heta azadiya Rêbertiya me wê têkoşîn bidome 12.02.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYE YÊ”
BERXWEDÊRAN GOT: HETA AZADIYA RÊBERTIYA ME WÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ji 27’ê mijdara 2020’an ve ji bo azadiya Fizîkî ya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kirine.

Di roja 78’an de Li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î Deniz Kaya daxuyaniyek da.

Denîz kaya bal kişand ser komploya 15’ê Sibatê, polîtîkayên şerê taybet ên ji bo şikandina berxwedana grêva birçîbûnê û ferzkirina poşmaniyê ya di yasaya înfaza cezayê ya nû.

Denîz Kaya îşaret bi armanca çalakiyê kir û got:

Ev çalakî ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me pêk were û tecrîd bidawî bibe dest pê kir.

Heta em bigihîjin mexseda xwe jî wê çalakiya me bi îradeyeke mezin dewam bike.

Denîz Kaya bal kişand ser zextên hikûmeta tirk jî û ev bang kir:

Ji bo şikandina her cure êrişên desthilata AKP-MHP’ê em ê berxwedana xwe bidomînin

Em bang li hemû derdorên demokratîk, nivîskar, hunermend û akademîsyenan dikin.

Li her deverê divê mirov li dijî faşîzmê li ber xwe bide encax bi berxwedaeke giştî jiyaneke demokratîk û azad dikare were avakirin.

Em bang li her kesî dikin ku ji berxwedana me re bibin deng.

DAYIKA GIRTÎ MEHMET ÇELÎK
ZEYNEB ÇELÎK: BILA DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÊ

Xizmên girtiyan jî piştevaniya xwe ya bi berxwedanê re didominin. ew jî weke berxwedêran dixwazin tecrîd bi temamî bi dawî bibe.

Dayika girtiyê bi navê Mehmet Çelîk ê li girtîgeha Kayseriyê ye, Zeynep Çelîk diyar kir ku divê dawî li vê zilmê were.

GIRTIYA NEXWEŞ JIYAN AY
“DEWLET DIXWAZE DI GIRTÎGEHE DÊ JINAN BI AWAYEKÎ DIN BIKUJE”

Girtiya bi navê Jiyan Ay ev 2 sal in li Girtîgeha Bunyanê tê girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn.

Nexweşiya bronşît, astimê pêre heye, çavê wê baş nabîne, tevî van nexweşiyên xwe di hucreya yek kesî de tê girtin.

Jiyan Ay dema bi malbata xwe re axivî behsa rewşê kir û ev agahî da.

Ev sal û nîveke tenê di rojê de hew saetekê dikarim derkevim hewşê.

Li vir cezayê min ê muebbetê bi van şertan hîn girantir dibe.

Dewlet wekî derve li vir jî dixwaze jinan bi awayekî din bikuje.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYE YÊ”
ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 57 A LI LAVRÎOYÊ DI ROJA 40’Î DE YE

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 57’emîn de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî bi heman armancî ev 40 roj in di gerava birçîbûnê de ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv