Nivîskara Kurd Mûjgan Kawûsî û parêzvana mafê mirov Sekîne Perwane li girtîgeha Evîn a Îranê dest bi çalakiya gireva bîrçîbûnê kirin.
Rêxistina mafên mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand Mûjgan Kawûsî û Sekîne Perwane di 2’ê Îlonê de ketine greva birçîbûnê.
Li gorî agahiyan Mujgan Kawsî li dijî nedayîna destûra çûyîna malê û peywendiyên telefonê dest bi gireva birçîbûnê kiriye.
Lê nayê zanin ku ji ber çi sedemê Sekîne Perwane dest bi gireva birçîbûnê kiriye.
Sekîne Perwane jî sala derbas bûyî bi hênceta hevdîtina li gel malbata xwe a li Herêma Kurdistanê, hatibû girtin.
Dewleta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li Sekîne Perwane biriye.