Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Giuliano Pisapia: Ji bo çareseriyeke li Rojhilata Navîn pêdivî bi Ocalan heye 18.02.2021

 

“TÊKOŞÎNA WÎ MUAZZAM BÛ”
GIULIANO PISAPIA: JI BO ÇARESERIYEKE LI ROJHILATA NAVÎN PÊDÎVÎ BI OCALAN HEYE

Giuliano Pisapia Rojek beriya ku Rêber Apo bi komployê ji paytexta kenya Naîrobiyê were revandin pê re axivî bû.

Pisapia parêzerê Rêber Apo bû û dema ku ew li Îtalyayê bû jî gelek caran serdana wî kiribû.

Pisapia niha ji Koma Demokratên Sosyal di Parlamena Ewropayê de wekîl e.

Pisapia der barê Pergala Îmraliyêd e ji rojnama Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Pisapia, eşkere kir ku ew gelek caran serî li peywendîdaran daye da ku bikaribe li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bîne:

Min weke parêzerê Ocalan gelek hewl da ku biçim Îmraliyê lê bi ser neketim.

Der barê çavdêriyên xwe yên der barê Rêber Apo de jî Giuliano Pisapia got:

Hêza wî ya însanî, serwextiya wî ya çandî, îradeya wî ya têkoşîna ji bo mafan bi rastî jî muazzam bû

Ez ê tu carî ji bîr nekim ku dema Ocalan li Îtalyayê bû bi dehezaran kurd ji bo wî çalakî dikirin.

Pisapia bal kişand ser plan û projeyên Rêber Apo yên ji bo çareseriyê jî û got:

Çareserî û aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn encax bi tevlibûna hemû aktorên li qadê pêkan e. Ku Ocalan jî yek ji van aktoran e.

Der barê Pergala Îşkence û Tecrîda Îmraliyê de jî Pisapiya wiha axivî:

Şert û mercên ku Ocalan ji sala 1999’an ve tê de ye gelekî dijwar in.

Ev di esasê xwe de binpêkirina peymanên navnetewî ne jî.

CPT’ê di serdana xwe ya dawîn a ji bo Tirkiyê neçû Îmraliyê. Pîsapia ev yek rexne kir û got:

Neçûna Îmraliyê rewşeke xerab e. Ev tê wê wateyê ku tecrîda li ser Ocalan girantir bûye.

Li Tirkiyê her roja derbas dibe azadî û maf zêdetir tên binpêkirin.

Welatekî ev çend maf û azadiyan bin pê bike û bi ser de namzetê endamtiya Ewropayê be ev nayê qebûlkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv