PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BI KOMA 15’AN ROJA 72’YAN A ÇALAKIYA LI ZÎNDANAN
Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, bi dehhezaran girtiyên azadiyê bi Pêngava Dem Dema Azadiyê li ber xwe didin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bi koma 15’an, 72 roj li pey xwe hiştin.
Hedefa çalakiyê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“EM Ê XWEDÎ LI BERXWEDANA ZAROKÊN XWE DERKEVIN”
Malbatên girtiyên azadiyê jî dilsoziya bi berxwedana zarokên xwe radigihînin.
Welat Aydin ê ev sal in li zîndana Tîpa D ya Amedê girtî ye, dayîka wî Nerîman Aydin li ser berxwedana li zîndanan axivî.
Nerîman Aydin destnîşan dike, ku tevahiya gelê Kurd tevî Rêberê xwe di tecrîdê de ye.