Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Greva birçîbûnê ya li zîndanan ji bo azadiya Rêber Apo 56 roj li pey xwe hişt 21.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KOMA 12’AN ÇALAKIYA KU 56 ROJ IN DIDOME LI ZÎNDANAN DEWR GIRT

Li zêdetirî 107 zîndanên dewleta Tirk, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dîlên azadiyê bi Pêngava Dem Dema Azadiyê rabûne.

Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hiştin.

Koma 12’an li zîndanan ev çalakî dewr girt.

Dîlên azadiyê li zîndanan, gelê Kurd jî bi pêşengiya KCD, TJA, HDP û DBP’ê li derve, dengê berxwedanê bilind dike.

HDP’ê li Dersim û Stenbolê daxuyanî dan, çalakî li darxistin.

Ji bo çalakiya li Stenbolê neyê lidarxistin, ji 20’ê Çileyê ve rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê tevahiya hêzên xwe kiribûn dewrê.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
DORGIRTIN Û ÊRIŞÊ NEKARÎ DENGÊ BERXWEDANÊ LI STENBOLÊ KÊM BIKE

Polîsên rêjîma faşîst ji bo vê yekê serê sibê dor li avahiya HDP’ê ya Kadikoyê girtin.

Tevî vê yekê, jî endam, rêveber, parlementer tevî gel kom bûn.

Polîsên rêjîma faşîst êrişî çalakiyê kirin û di dema êrişê de ev deng bilind bû:

Girseyê got, “emê bi berxwedanê bi ser kevin”

Girseyê bi strana “zîndana Diyarbekirê emê bişkînin” dengê berxwedanê di nava dorgirtina polîsên faşîst de bilind kirin.

Li ser vê yekê HDP’yiyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Polîsên rêjîma faşîst êriş kirin û gelek kes kirin binçavan.

Dîsa jî nekarîn dengê berxwedanê kêm bikin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI DERSIMÊ TEVÎ ÊRIŞÊ JÎ DENGÊ BERXWEDANÊ BILIND BÛ

Li Dersimê jî rêxistina HDP’ê bi heman armancê daxuyaniyek da.

Tevî êrişa polîsên rêjîma faşîst li vê derê jî di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin, ku li dora berxwedana girtiyên azadiyê kom bibe.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI WARGEHA ŞEHÎD RUSTEM CÛDÎ KOMA 18’AN ÇALAKÎ DEWR GIRT

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî Kurdistanî ev 35 roj in bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye radibin.

Koma 18’an çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorvegerî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dewr girt.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv