Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulê Algunerhan: Konferansa rojnamegerên Kurd 18.01.2021

 

GULÊ ALGUNERHAN / WELAT
KONFERANSA ROJNAMEGERÊN KURD

Di demekê de ku li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê gengeşiyeke mezin heye, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di mijara hevbeşbûna medyaya kurd de konferansek organîze kir û bi vî awayî xebateke din a hêja li xebatên xwe yên yekitiya neteweyî zêde kir.

Konferans şemiya bihûrî bi awayekî online pêk hat û bêtirî 100 rojnamevanên ji çar hêlên welêt û derveyî welêt lê amade bûn. Beşdarên konferansê di jêr navê ‘Rola rojnamevanan a di stratejiya ewlehiya neteweyî, derfet û astengiyan’ axivîn.

Rewşa medyaya kurd a li çar hêlên Kurdistanê, pirsgirêkên sereke yên medyaya kurd û rola medyayê ya di demokratîzekirina civakê de yek ji mijarên sereke yên konferansê bûn.

Eger mirov bi awayekî giştî li tabloya derketî holê binêre, mirov dikare bibêje ku di piraniya mijaran de rojnamevan hemfikir bûn. Piraniya beşdarên konferansê pêşniyarkirin ku sîwaneke rojnamevanên Kurdistanê ya ji hemû sazî û dezgehen bê avakirin, rêgez û pîvanên rojnamevaniyê bên danîn û her wiha mafê rojnamevaniyê jî bê parastin.ç

Bêguman di konferansê de gelek saziyên ragihandinê ku ewlehiya neteweyî berçav nagirin, pişta xwe didin desthilatdaran, cînsiyetperest in û nirxên gelê kurd piçûk dikin jî hatin rexnekirin.

Tevî şert û mercên pandemiyê, tevlibûna konferansê ya hempîşeyên min û dewlemendiya gotûbêjan a di warê zimanê hevbeş de gelekî hêja bû. Bêguman kêmasî jî hebûn lê bi ya min anîna cem hev rojnamevanên kurd û nêrîneke hevbeş derxistin karekî baş bû ku KNK pê rabû.

Ne tenê di warê nîqaşan de, her wiha di hêla manewî de jî bandor li ser beşdarên konferansê kir. Lewma jî mirov dikare vê xebata KNK’ê weke gav an jî bingehek bi nav bike. Hêvîdar im ev xebat bê daîmîkirin û di demên pêş ên rojên bê korona de li Kurdistanê bibe wesîleya konferanseke berfireh. Bi boneya konferansê û vê nivîsê, pakrewanên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Ew ê pênûsa wan tu carî li erdê nemîne û em ê her li ser rêya heq bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv