Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulê Amed: ‘Êdî ti milîtanê PKK û PAJK’ê tecrîd û esareta li ser Rêber Apo tehmûl nake’ 21.01.2021

 

ENDAMA KOMÎTEYA ZINDANAN A PAJK’Ê GULÊ AMED
“ÊDÎ TI MILÎTANÊ PKK Û PAJK’Ê TECRÎD Û ESARETA RÊBER APO TEHEMMÛL NAKE”

Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Gulê Amed berxwedana li zindanan a ji bo azadiya rêber APO nirxand.

Gulê Amed îşaret bi pêngavên KCK û KJK’ê kir û wiha got:

Ev 21 sal in rêbertiya me li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst û maşikê wê berxwedaneke bêhempa dike.

Êdî ti milîtanê PKK-PAJK’ê nema tehemmûlî vê tecrîdê dike.

Bi pêngava ”Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dema azadiyê ye’ bi hezaran hevreyên me yên ku li ser vê rêça berxwedanê dimeşin ji 27’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne.

Gulê Amed diyar kir ku pêngav wê serketinê misoger bike û mizgîniya rojên azad bi Rêber APO re bide û wiha dewam kir;

Ev pêngav ji ya sala 2018’an ne qut e, berdewama wê ye.

Di encama berxwedana li zîndanan û derve de tecrîd wê demê hat şikandin.

Gulê Amed bal kişand ser girîngiya helwest û nêzîkatiya ji bo serketinê û got, wezîfeya bingehîn a her şoreşgerî ye ku li her deverê li dijî faşîzmê li ber xwe bide.

Gulê Amed îşaret bi pêşengiya jinan jî kir û got, îro jin li her qadê xwe bi rêxistin dikin û ji têkoşîna têkbirina faşîzmê re pêşengiyê dikin.

Di berxwedana zîndana Amedê de wek milîtana pêşî ya tevgera me şehîd Sara tê zanîn.

Niha jî bi hezaran jinan daye ser rêça wê.

Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê derheqê rehîngirtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven de wiha got:

Leyla Guven li hundir û derve qet dev ji têkoşînê neberda, bi paş ve gav neavêt.

Çawa ku serê xwe li ber faşîzmê netewand, nîşan da ku li dijî zaliman divê têkoşîneke çawa were kirin.

Rêjîma faşîst bi hêrsa tolhildanê ew girt.

Ji Komîteya Zindanan a PAJK’ê Gulê Amed herî dawî jî bang li her kesî kir, li dora girtiyan kom bibin û li têkoşîna wan xwedî derkevin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv