Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Divê hevkariya PDK’ê were dîtin 27.01.2021

 

ŞÎROVEYA HEFTANE
GULISTAN ÇIYA ÎKE: DIVÊ HEVKARIYA PDK’Ê WERE DÎTIN

Rojnamevan Gulistan Çiya Îke di şîroveya Heftane ya televizyona me de bal kişand ser êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Kurd û Kurdistanê û şirîkatiya PDK’ê ya bi vê dewleta qirker re.

Gulistan Çiya Îke diyar kir ku serkêşê dijminatiya li kurdan dewleta tirk e dixwaze kok li kurdan biqelîne

Rojnamevan Gulistan Çiya Îke bal kişand ser serdana wezîrê tirk ji bo Bexda û Hewlêrî jî

Gulistan Çiya Îke îşaret bi wê yekê kir ku PDK şirîkê êrişên dewleta Tirk yên li ser Şingal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

Gulistan Çiya Îke diyar kir ku Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk û MÎT’çiyên kujer re vekirî ye

Gulistan Çiya Îke diyar kir ku PDK çawa ku rê dide dewleta Tirk êrişî her deverê bike, bi zexta li ser Iraqê jî hewl didin berê êrişên Iraqê bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê.

Heke ev helwesta PDK’ê tine be, ne Iraq ne jî Tirkiye nikarin êrişî van herêman bikin.

Divê gelê Kurd û raya giştî bizane ku eger êrişek li dijî Şingal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk were, şirîk û hevkarê vê êrişê PDK ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv