Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Divê hevkariya PDK’ê were dîtin 27.01.2021

 

DIVÊ HEVKARIYA PDK’Ê WERE DÎTIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Niha li Tirkiyê êrişa dagirkirinê ya li dijî Şengalê tê nîqaşkirin. Şengal ku ji sînorên Tirkiyê gelek dûr e. Ev heqîqet dijminatiya Tirkiyê ya li dijî Kurdan eşkere nîşan dide. Di heman demê de rûyê qirêj û kirêt yê siyaseta dinyayê jî nîşan dide. Heke li goşeyeke din a dinyayê êrişeke wiha pêk bê, wê gelek dewletên dinyayê rabin ser piyan û bêjin li wir çi karê te heye. Nimûne destwerdana Çînê ya ji bo Tayvan û Honkongê ku beşek ji wê ne, bi ti awayî nayê qebulkirin. Lê li dijî êrişa dewleta Tirk ya li ser Şingalê dinya bêdeng dimîne. Ev rastî di serî de nîşan dide ku NY rizî ye. Êdî kêm û şaş be jî, nîzamekî hiqûqa navnetewî nemaye. Kî dixwaze êrişên hovane pêk tîne, yên din temaşe dikin.

Ev yek eşkere ye, PDK şirîkê êrişên dewleta Tirk yên li ser Şingal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Jixwe PDK yekser êrişî herêmên Şingal, Mexmûr û Medyayê dike û dorpêç dike. Yekane piştgir û destegîrê eşkere yê PDK’ê dewleta Tirk e. PDK hem daxwazên dewleta Tirk pêk tîne, hem jî ji ber êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şingal û Mexmûrê keyfxweş e. Ev têkilî û polîtîka ewqas zelal e ku zarok jî dikarin fêm bikin.

Rayedarên PKK’ê di her firsendê de dibêjin bi federasyona Başûr re ti pirsgirêka me tineye; ti fikir û polîtîkayek me ya em bi PDK’ê re şer bikin tineye. Tevî vê jî, PDK ji bo têkiliya xwe ya qirêj ya bi Tirkiyê re binuximîne propagandaya reş û derewan dike, hewl dide têgehiştinek wisa çêke, wekî PKK êrişî wê dike. Herêmên Parastina Medyayê dorpêç dike, Mexmûrê dorpêç dike û ambargoyê pêk tîne, li ser sînorê Rojava ji serî heta binî xendek, qereqol û hêzên leşkerî bi cih dike. Ew dîwarên ku Tirkiyê di navbera sînorên Kurdistanê de lê kirî, PDK jî lê dike. Yê ku Herêmên Parastina Medyayê, Rojava, Şingal û Mexmûrê dorpêç dike PDK ye. Qedexeya ketin û derketina Kurdan li aliyekî deynin, nahêlin rojnamevan jî bikevin van herêman, asteng dikin.

Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk û MÎT’çiyên kujer re vekirî ye. Ew li her devera Başûrê Kurdistanê digerin, dikarin bikevin her derê û derkevin; lê ji ber qedexe û astengên PDK’ê Kurdek nikare biçe Şingal, Mexmûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê! Ji ber vê sebebê Hûlûsî Akar ji hevdîtina li Iraq û Başûr razî û kêfxweş vegeriya. PDK çawa ku rê dide dewleta Tirk êrişî her deverê bike, bi zexta li ser Iraqê jî hewl didin berê êrişên Iraqê bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şingalê. Heke ev helwesta PDK’ê tine be, ne Iraq ne jî Tirkiye nikarin êrişî van herêman bikin. Divê gelê Kurd û raya giştî bizane ku eger êrişek li dijî Şingal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk were, şirîk û hevkarê vê êrişê PDK ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv