Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Ji PDK’ê re bêjin bes e 20.10.2020

 

JI PDK’Ê RE BÊJIN BES E !
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Hin rayedarên Iraqê û PDK’yî bi hev re rûniştine, der barê Şengalê de li hev kirine. Biryar dane hêzên parastina Şengalê û rêveberiya xweser yên di nava têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de xwe saz kirine, ji holê rakin. Dê Şengalê vegerînin rewşa beriya 3’ê Tebaxê ku rê li ber qirkirina Êzîdiyan vekir. Ew ên ku divê hesabê 3’ê Tebaxê û beriya wê bidin, vîn û îradeya Êzîdiyan tine dihesibînin û tên gel hev.

Ev peyman tê wateya temamkirina êrişa qirkirina Êzîdiyan ya DAIŞ’ê dest pê kiribû. Ji nû ve vegera beriya 3’ê Tebaxa 2014’an, tê wateya dewama fermanan. Lewma peymana pêk hatî, dê weke peymanek qirêj û şermê, cihê xwe di dîrokê de bigire. Her wekî ne rewa ye, pêk jî nayê. Ji ber ku ew gelê bûye mijara naveroka vê peymanê, ne di nava peymanê de ye û ne jî alîgirê wê ye. Ev peymana wisa qirêj, bi desteka Emerîka, ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hatiye pîlankirin.

Rêveberiya xweser a Şengalê ragihand ku ew vê peymana vîna wan nas nake napejirînin. Gelê Ereb yê cîranê Êzîdiyên Şengalê jî li dijî vê peymana Iraq û PDK’ê ye. Ji Şengala xweser û hêzên parastinê razî ne. Nîşan dan e ku ew alîgirên Şengala xweser in. Ev bi tena serê xwe jî nîşan dide, ev rêveberiya xweser çiqas rewa ye. Hêzek wiha rewa jî dê mutleq bi ser bikeve. Yên ku li dijî rêveberiya xweser ya rewa şer dikin jî wê mutleq winda bikin û têk biçin. Iraq û PDK’ê bi vê peyama qirêj şerekî nikarin bi ser bixin ragihandin e. Ev polîtîkayên PDK’ê bi gelê Kurd nadin qezenckirin, dijberî wê dide windakirin.

Di serî de rewşenbîr û hunermend, divê hemû gelê Kurd êdî li ber van polîtîkayên PDK’ê rabin. Divê hemû hêzên siyasî yên Kurd bang li PDK’ê bikin da ku dest ji van polîtîkayên ezezî, tenê berjewendiyên partiyê difikire, berde. Divê bêjin, PDK di şexsê PKK’ê de dijberiya têkoşîna azadiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê dike, polîtîkaya wê ya Rojava jî destekdayîna dewleta Tirk ya serkêşê dijminatiya Kurda ye. Dem hatiye ji polîtîkayên PDK yên şaş û zirarê didin gelê Kurd re, êdî bêjin bes e. Weke erkeke welatparêziyê jî divê Kurd ji van polîtîkayên PDK’ê re bêjin na.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv