Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Xwedîderketina li Rêber Apo cîhanî dibe 19.01.2021

 

GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO CÎHANÎ DIBE

Salên dawî li qada navnetewî sazî û kesayetên azadiya Rêber Apo dixwazin gelek zêde bûn. Bêguman xwedîderketina li Nelson Mandela jî mezin bû. Ev jî bi bilindbûna têkoşîna li dijî nijadperestiyê pêk hat. Li dijî reşikan nijadperestiya spiyan nehat pejirandin. Aliyek yê xwedîderketina li Mandela jî tevgera xwedîderketin û parastina li reşikan bû. Esas di dinyayê de serkeftina têkoşîna li dijî nijadperestiyê hişt Mandela azad bibe. Mandela bi vî awayî tenê nehiştiye li Başûrê Efrîkayê reşik bibin welatiyên azad û wekhev, her wiha bi têkoşîna xwe derba mezin li nijadperestiyê daye. Tevî azadkirina reşikan, têkoşîna Mandela rolek wiha dîrokî jî lîstiye.

Kampanyaya azadiya Rêber Apo jî 2 aliyên xwe hene. Ya yekê; rêbertiya gelekî li ber qirkirinê dike. Êdî hem gelên Rojhilata Navîn, hem jî mirovahî hemû, ji ber nirxên diparêze, li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xwedî derdikeve. Mirovahî li vê têkoşîna azadiyê xwedî derdikeve. Ji vî alî de mirovahiya demokratîk xwedî li Rêber Apo derdikeve.

Li aliyê din di serî de Ereb, milletên li Rojhilata navîn hemû Rêber apo wekî rêberê xwe dibînin. Ya duyem, çawa ku wekî rêbertiya gelekî li ber qirkirinê xwedî li Rêber Apo derdikevin, niha di serî de jin, kedkar û li gel civakên bindest mirovahî hemû mîna rêberê rizgariya mirovahiyê xwedî li Rêber Apo derdikeve. Bi taybetî paradîgmaya Rêbertiyê ku li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk danî pêşiya mirovahiyê, ji mirovahiyê hemûyî re wekî îdeolojiya rizgariyê tê dîtin.

Di roja me ya îro de kapîtalîzmê, bi endustiryalîzmê û zêhniyeta netew-dewletê mirovahî xistiye nava krîzek kûr. Di vê rewşê de fikrên rêber Apo mîna stêrkan dibiriqin. Jin, kedkar, civakên bindest hemû, dijberên wêrankirina xwezayê her roja din zêdetir fikrên Rêber Apo qebûl dikin û lê xwedî derdikevin. Fikrên Rêber Apo gerdûnî ne, ji hemû pirsgirêkên cîhana me re çareseriyê pêşkêş dike. Vaye ji ber vê sebebê xwedîderketina li Rêbertiyê her ku diçe zêdetir dibe.

Li Ingilistanê ku welatê sendîkayên kedê ye, pêşengiya kampanyaya ji Rêber Apo re sendîka azadî dikin. Rewşenbîrên demokrat yên bi navûdeng yên dinyayê û siyasetmedar jî di asta pêşeng û aktîv de beşdarî kampanyayê dibin. Gelek şaredariyên demokratîk û sosyalîst yên Îtalyayê jî ji bo azadiya Rêber Apo kar dikin. Demên dawî li Spanyayê jî hin sendîka beşdarî kampanyayê bûn. Li Başûrê Efrîkayê jî hem sendîkayên şopdarên Nelson Mandela, hem jî sendîkayên bi ser partiya komunîst, bi hev re ji bo azadiya rêber Apo kampanya dan destpêkirin. Wan jî daxwaz kir, ev rêbertiya ji bo mirovahî azad û demokratîk bijî nirxên mezin afirandî, bigehe azadiya xwe. Ev xwedîderketin nîşan didin, Rêber Apo ji mirovahiyê re tê çi wateyê û çi îfade dike, li cîhanê hemûyî êdî tê fêmkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv