Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Gulsen Yolu-Warşîn Avaşîn li Heftanînê tevlî kerwanê nemiran bû

 

Gulsen Yolu bi nasanav Warşîn Avaşin gerîlayekê li Heftanîne bû.

Ew tevî rêhevalên xwe heya nefesa xwe ya dawî li dijî artêşa Tirk şer kir û di 8’ê Têbaxê de tevlî karwanên şehîdan ên Cenga Heftanîne bû.

Warşîna Heftanîne…

Ew di bihara 2015’an de li qada leşkerî hate wezîfedarkirin.

Ew.. li keleha berxwedan û welatparêziyê ya Kurdistanê;

Ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû bû..

Warşîn bû şervanek ku jiyana xwe diyarî başiya mirovahiyê û azadiyê kir.

Ji bo gel û welatê xwe,li refên herî pêş şer kir, li ber her cûreyên zordariyê rabû û li pey xwe şopeke kûr hişt.

Warşîn heta nefesa xwe ya dawî li pey rastiyê beziya..

Di şeva 16 û 17’ê Hezîranê de artêşa çete ya dewleta Tirk a faşîst êriş bir ser Heftanînê.

Ne dil ne jî wêrekiya eskerên artêşa tirk hebû ku li dijî gerîla karibe şer bikin.

Gerîla Warşîn û Zeryan li girê Şehîd Berîvan bi çeka doçka sê rojan li dijî dijmin şer kirin.

Di 25’ê Hezîranê de hevala Zeryan a bi lehengî şer kir şehîd bû.

Wê demê Warşîn soza hilanîna tola rêhevala xwe da.

Soz da ku wê xwîna hevrêyên xwe li erdê nehêle.

Dijmin mîna her carê dîsa bi serkêşiya xayinan ber bi qadê ve dihat.

Warşîn berê xwe da eniyê û xayin pêşwazî kirin.

Heya nefesa xwe ya dawîyê çeka xwe berneda û bi lehengî şer kir..

Gulsen Yolu bi nasnav Warşîn Avaşin 8’ê Tebaxê tevlî karwanê şehîden Cenga Heftanînê bû..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv