Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Guterres: Divê cîhanek nû bê avakirin

 

Mîzana ekolojiyê xera bû, çavkaniyên dinyayê bêkontrol tên talankirin, mirovahî li hember xwezayê di nav cengeke têkçûyî de ye…

Ger wiha dewam bike, wê salên bê derfeta mirovahiyê nemîne ji bo birînên xwe derman bike…

Belê, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di axaftinek xwe de binê vê rastiya kambax xêz kir û banga “avakirina cîhanek” nû kir.

MIROV SEBEBÊ HILWEŞÎNA XWEZAYÊ YE
GUTERRES: DIVÊ CÎHANEK NÛ BÊ AVAKIRIN

Li cîhanê dewlemendiya bîyolojîk kêm dibe û milyonek cûreyên sewal û nebatan dikin tune bibin.

Li aliyekî din, ekosîstem têk diçe, çavkaniyên avê kêm dibin, çol fireh dibin û her sal 10 milyon hektar daristan dişewitin.

Ji ber vê qirêjiya avhewayê salane 9 milyon mirov dimirin…

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, li gel vê tofanê mirovan ya li xwezayê, banga tamîrkirina dinyayê kir.

Guterres di axaftina xwe ya li zanîngeha Columbia de îşaret bi cîhanek nû kir û got piştî covîd em dikarin li gel xerabûna avhewayê cîhanek nû ava bikin.

Guterres, têkoşîna mirovahiyê ya li gel serûbinbûna pergala ekolojiyê weke întixar pênase kir û daxwaza kêmkirina enerjiyên fosîl kir.

Guterres sedema hebûna vîrusa covîd 19 jî weke polîtîkayên şaş ên derbarê xwezayê de nîşan da û got di pêşerojê de wê vîrusên nû jî peyda bibin, lewma divê bi lez her mirovek, bi xwezayê re bikeve nav aştiyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv