Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hanim Sever: Em ne muhtacê çend qirûşên AKP’ê ne 18.01.2021

 

LI BER AVAHIYA HDP’Ê MÎZANSENA AKP-MHP’Ê
HANIM SEVER: EM NE MUXTACÊ ÇEND QIRÛŞÊN AKP’Ê NE

Rejîma AKP-MHP’ê li dijî malbatên gerilayan di Îlona 2019’an de dest bi şerekî nû kir.

Bi şerê nû yê taybet û pisikolojîk hewil dide zexta li ser civakê zêde bike, li aliyê din HDP’ê krîmînalîze bike.

Malbatên ku bi rêya pere û peydakirina kar xapandin û dixapînin li ber avahiya HDP’ê kom kirin.

Vê karê xwe yê qirêj û senoryaya taybet, bi polîs û hêzên xwe yên taybet didin kirin.

Ji bîr dikin ku, bi sedan ciwan ji bo bidawîkirina zext û êşkenceya dewleta Tirk û pêkanîna doza welatê xwe berê xwe dane çiyê.

Dayîka gerîla, Hanim Sever a polîsên APK’ê lê geriyane û xwestine li ber avahiya HDP’ê rûne, bersiva “keça min ji ber zextê we çû” dide rêjîma Faşîst.

Keça wê Rozerîn Sever 2015’an tevlî tevgera azadiyê dibe.

Polîsên AKP-MHP’ê ev du carin ji bo dayîka Rozerîn Xanim Sever li ber deriyê HDP’ê rûne lê digerin.

Polîs hewil didin bi rêya pere malbata Rozerîn bixapînin, lê dayîka wê bi welatparêziya xwe bersivek baş didin.

Hanim Sever vê bangê li malbatên tên xapandin dike û dibêje divê tenezulê çend quriş pere nekin.

Dayîka gerîla Rozerîn diyar kir ku, doza ew li pey diçin, dozeke heq e.

Hêjayî gotinê ye, dewleta Tirk şaredariya bajarê Mezin ê Amedê 19’ê tebaxê 2019’an dagir kir.

Ji bo dagirkeriya xwe dibin siyê de bihêle 3’ê îlona heman salê komek ku piraniya wan ji malbatên esker û polîsan pêkdihat li ber avahiya HDP’ê kom kir û bivê mîzansenê xwest têkoşîna gel a ji bo şaredariya xwe, dibin siyê de bigire û xebatên HDP’ê ya temsîla demokrasiya gel dike kirîmînalîze bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv