Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hatîp Dilce Divê her kes amadariyên xweparastinê li hemberî êrîşan bike

 

Li hember êrişên dewleta Tirk a li ser siyasetmedarên kurd, hem ji Selahattin demirtaş hem jî ji Hatip Dicle du peyam hene.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selehattin Demirtaş ku niha li zindana Edirne girtiye bang li herkesî kir da ku tam di vê demê de li dora HDP’ê bibsn xelek û xwedî lê derkevin.

Siyasetmedar Hatîp Dîcle jî dibêje “Bloka desthilatdariya faşist jî dizane ku êdî ew hatiye dawiya temenê xwe, lewma bi vê zexta xwe hewl dide emrê xwe hinek din dirêj bike.

SELAHATTIN DEMITAŞ JI ZÎNDANÊ NAME ŞAND:
‘EGER LI HDP’Ê REXNEYÊN WE HEBIN BIKIN, LÊ TI CARÎ XWE JI XEBATAN DÛR NEXIN’

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demitaş ji zîndana Edîrneyê bi rêya nameyekê rewşa dawî ya Tirkiyê analîz kir û bang li gel kir ku bêtir xwedî li HDPê derkeve.

Nameya Demîrtaş ji ber ku beriya girtina Leyla Guven û Musa Farisogullari hatiye nivîsandin, behsa bûyerê nake, lê bi girîngî balê dikişîne ser xebatên serketî yên HDPê û tirsa desthilatdariya faşîst a dewleta Tirk.

Demirtaş wiha dibêje: “Eger em ji rojên borî dersê derxin, emê karibin bi gireseyeke mezin siyasetê bikin û lez bidin xebatên ji bo azadî, demokrasî û aramiya aboriyê. Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de, sedema serketina HDPê feraseta pirdengî û bi rengî bû. Îro dem hatiye ku em li serketineke mezintir bigerin. Eger kesên muxalif û maxdûr li dijî rejîma zordar dest bidin hev, dikarin di hilbijartinên bê de serketineke mezintir bi dest bixin.

Dermirtaş her wiha ji bo kesên ku rexne li siyaseta HDPê digirin jî wiha got: HDP ji rexneyan re vekiriye. Eger rexne û pêşniyazên we hebin, vê yekê bi rê û rêbazên maqûl bikin, lê ti carî xwe ji xebatan dûr nexin.

HATÎP DÎCLE ZEXTA LI SER HDP’Ê WEKE ‘FAŞÎZM’ BI NAV KIR:
‘REDKIRINA HEBÛN Û VÎNA GELÊ KURD JI DEMA ÎTTÎHAT TERAKKÎ VE DI DEWRÊ DE YE’

Li aliyê din siyasetmedar Hatîp Dîcle jî girtina parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari weke “darbe û berdewama siyaseta dewleta tirk ya li dijî kurdan” pênase kir.

Hatip Dicle darbeya niha ya li dijî HDPê şiband darbeya beriya 26 salan ya li dijî DEPê û wiha axivî:

“Ev tevgera desthilatdariyê ya li hember HDPê, girtina parlementeran kirinên xweser ên faşîzmê ne. Dewleta Tirk ne tenê îro, ji dema Îttîhat Terakkî ve hebûna gelê Kurd red dike û dixwaze wê bike Tirk. Lewma weke konsept, dewlet parlementer û vîna gelê Kurd nasnake.

Hatip Dîcle bi hêvî behsa paşeroj-siberojê kir û got “Bloka AKP-MHP-Ergenekonê li ber hilweşînê ye, rojên ku ewê hesap bidin nêz e. Wan jî ev yek ferq kirine, lewma ketine nava tirs û panîkê.

Dîcle her wiha bang li tevahiya cîhanê û saziyên demokratîk kir, ku di nava xwe de eniya demokrasiyê ava bikin û nerazîbûnê nîşanê siyaseta dewleta tirk bidin û got: “Çawa ku li Amerika herkes li dijî nijatperestiyê xwedî li George Floyd derket, her wiha divê li Tirkiyeyê jî herkes ji bo parastina deng û vîna xwe dakeve kolanan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv