HDP DEST BI KAMPANYEK NÛ DIKE
HEVSEROKATIYA HDP’Ê: EM DI 8’Ê SIBATÊ DE DEST BI KAMPANYAYEK NÛ DIKIN
Desteya Rêveber a HDP’ê bi hevşaredaran re civîna onlînê lidarxist.
Di civînê de hevserok Pervîn Buldan û Mîthat Sancar derbarê rewşa siyasî û xebatên HDP’ê de nirxandin kirin.
Hevserok Mîthat Sancar derheqê êrîşên li ser HDP’ê de got, ”Bloka desthilatê çi dike nikare HDP’ê di warê siyasî de bêkêr bike. Lewma niha dixwazin rêyên nû vekin.
Sancar hêza HDP’ê ya xwe disipêre gel û tecrûbeya salan ya têkoşîna demokrasiyê jî bi bîr xist û got ewê bi biryardarî li ser rêya xwe bimeşin.
Hevserok Pervîn Buldan jî êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û got, ne tinê HDP, êriş li dijî hemû hêzên demokrasiyê û muxalefetê pêk tên.
Pervîn Buldan diyarkir AKP-MHP bi êrişan li ser piyan dimînin.
Derbarê nîqaşên li ser girtina HDP’ê jî hevserok Buldan wiha got; ew ê li gel hêzên demokrasiyê di 8’ê sibatê de kampanyayeke berfireh ya têkoşînê dest pê bikin.
Ev mesele ne tinê Kurdan, Tirkiyê hemûyê eleqeder dike.