Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Sîyasî

HDP: AKP bi tecrîda li Imraliyê qeyranê girantir dike

 

Li ser şewata li Girava Îmraliyê partî sazî û rêxistinên  Bakurê Kurdistanê jî daxuyanî dan.

Di axaftinan de bang li rayedarên dewleta Tirk hat kirin ku deriyê Îmraliyê veke..

“AKP BI TECRÎDA LI IMRALIYÊ QEYRANÊ ZÊDETIR DIKE”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Amedê, Kongeya Civaka Demokratîk KCD, Tevgera Jinên Azad TJA, Partiya Herêmên Demokratîk DBP,

MEBYA-DER û TÛHAD-FED MED li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê lidar xistin

Tevî parlementer û rêveberên saziyan bi dehan kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Destpêkê hevserokê HDP’ê yê rêxistina Amedê Zeyat Ceylan axivî.

Pişt re jî parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, li ser navê saziyan  daxuyanî xwend.

Dêrsim Dag diyar kir ku daxuyaniyên rayedarên dewletê têrker nînin û daxwazên parêzer û malbatan ên hevdîtinê jî nehatine qebûl kirin.

Parlementera HDP’ê got;

“Heya ku hevdîtin pêk neyê, wê kes ji daxuyaniyên hikûmetê bawer neke.”

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî, têkildarî mijarê daxuyanî da çapemeniyê.

Parlarmentgerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di civîna çapemeniyê de axivî.

Omer Ocalan, ji bo ku gumana têkildarî Îmrali bidawî bibe jî vê bangê kir;

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxaran TUHAY-DER a Wan jî, daxuyanî da.

Rêveberê TUHAY-DER’ê Sûat Meşe, daxuyanî xwend bibîr xist ku ji 1999’an ve tecrîdekî girankirî li ser rêber Apo heye.

Sûat Meşe bang li rayedaran kir ku rê bidin tavilê şandeyek biçe Îmraliyê.

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî, bi heman armancê daxuyanî da.

Hevserokê rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday daxuyanî da û xwest ku agahiyeke zelal were dayîn.

 

Ev jî hatin dîtin

19:00 Rojev 00.10.2020

Stêrk Tv

Weşana nû ya Stêrk tv 12 Cotmehê roja Duşemê destpê dike

Stêrk Tv

Hevkariya Kanda bi Tirkiyê re li dijî Kurdan careke din li Qerabaxê eşker bû

Stêrk Tv

Siyaseta Tirkiyê şerê di navbera Azerbeycan û Emenîstanê de qur dike

Stêrk Tv

Li dijî HDP operasyonên qirkirina siyasî didomin

Stêrk Tv

Hevserokê KNK: Operasyona AKP li hember HDP amadakariya qirkirina siyasî li dijî netewa Kurd e

Stêrk Tv