Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hebûna MÎT a Tirk li Almanya di rojeva meclisa Ferderal de ye

 

Salên dawî hebûna Mît’a Tirk li Almanya û gefa wê li ser jiyana Kurd û derdorên muxalif ji rojeva Berlînê kêm nabin…

Di vî warî de pêşniyarpirsên partiyên li Meclisa Federal jî zêde dibin.

Û ji hukûmetê daxwaz dikin da ku pêşî li tevgera sîxûrên Tirk bigre..

Li Almanyayê hebûna tevna îstîxbarata Tirk ku xwe dispêre salên 90’î, di serî de Kurd, gefeke mezin e li ser jiyana derdorên muxalif..

Li hemberî vê rewşa metirsîdar, partiyên siyasî yên li meclisê daxwaza destwerdanê li hukûmetê dikin..

Û di vî warî de hejmara pêşniyarpirsan zêde dibe..

Herî dawî li ser pêşniyarpirsa Endamê Partiya Demokratên Azad-FDP Benyamîn Ştraser, hukûmeta federal ev bersiv da:

Li Almanyayê xebatên sîxûriyê ya dewletên biyanî di asteke xeter de ye. Tevgera sîxûra bi taybet 5 salên dawî zêde bûye. Ev yek jî herî zêde li dijî derdorên muxalif tê kirin.

Parlementerê FDP li ser hebûna Mît’a Tirk jî xwest hukûmet bersivên zelal bide û wiha got:

Divê were zanîn ku her mirovê Tirkiyeyî yê li Almanyayê, ne alîgirê Erdogan e. Piştî 15’ê Tîrmeha 2015’an bi hezaran kes ji tirsa hukûmeta Tirk xwe spratin Almanyayê. Ji wê demê ve jî tevgera Mît’a Tirk zêde bûye.

Armanca sereke ji hebûna Mît’a Tirk li Almanyayê ew e ku derdorên muxalif bê bandor bike û bi awayekî veşartî derbasî navendên ewlekariyê bibe.

Parlementer Benyamîn Ştraser bang li hukûmeta Merkel kir da helwesteke zelal li hemberî tevgera Mît’a Tirk nîşan bide..
Beriya niha Partiya ii bo Almanya Alternatîf-AFD jî bi pêşniyarpirsekê bal kişandibû ser zêdebûna tevgera sîxûrên Tirk..

Parlemenyerê AFD Stefan Kuyter îşaret bi wê yekê kiribû ku hebûna Mît’a Tirk hem ji bo Almanya û hem jî ji bo welatên Yekîtiya Ewrûpayê gef e..

Li gorî bersiva hukûmetê,

Almanya bûye yek ji hedefên îstîxbarata Tirk. Armanca tevgera sîxûrên Tikr jî xizmeta desthilatdariya Erdogan û hukûmeta wî AKP ye.

AFD di vî warî de pirsa pêwendiyên hukûmeta Tikr û tevgerên nijadperest jî ji hukûmetê kiribû..

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv