Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hedefa girtiyên azadiyê bi gireva birçîbûne ya li zindanan tinekirina tecrîda zêdetirî 20 sala ye 30.11.2020

 

ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI ZINDANAN
HEDEFA GIRTIYÊN AZADIYÊ TINEKIRINA TECRÎDA ZÊDETIRÎ 20 SALA NE

Girtiyên PKK û PAJK’î daxuyaniyek dabûn û beşdariya xwe ya li Pêngava Dem Dema Azadiyê ye ragihandibûn.

Di çarçoveya pêngavê de weke gava pêşî girtiyên azadiyê çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem danîn pêşiya xwe.

Vê çalakiyê li tevahiya zindanên dewleta Tirk 27ê Mijdarê dest pê kir û 4 roj li pey xwe hiştin.

Hedefa sereke ya vê çalakiyê şikandin û tinekirina tecrîda giran a zêdetirî 20 salan li dijî Rêber Apo ye.

Girtiyên azadiyê di şert û mercên gelekî giran ên faşîzmê de ev çalakiya xwe ragihandin.

Li zindanan zext û faşîzma dagirkeriya Tirk li ser girtiyên siyasî zêde bûye.

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê vîrusa korona bi zanebûn li nava girtiyên siyasî belav dike.

Girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi mirinê re rû bi rû ne.

Di rojên borî de piştî ragihandina çalakiyê hêzên dagirkeriya Tirk avêtibûn ser hucreyên siyasetvanên jin ên li zindana Tîpa F a Kandirayê Hejmara 1 li Kocaelî.

Hêzên dagirkeriya Tirk heta bi helbest û notên Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Çaglar Demîrel û siyasetvanên din ên jin.

Ji zindanên Wanê, Mêrdînê, Mêrsînê, Izmîrê, Kocaelî û zindanên din girtiyên azadiyê beşdariya xwe ya li çalakiya greva birçîbûnê ragihandin.

Nûrcan Aslana girtî bi van gotinan beşdariya xwe ya li çalakiyê ragihand:

Em tecrîdê qebûl nakin.

Em bi daxwaza azadiyê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.

Dem Dema Azadiyê ye û emê jî li ber xwe bidin.

Heta girtina encamekê emê çalakiya xwe bidomînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku ji dema berxwedana dîrokî ya zindana Amedê heta niha girtiyên azadiyê ev bû cara 10’an ku dest bi çalakiyeke ewçendî berfireh dikin.

Girtiyên azadiyê xwe weke şopînerên Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi nav dikin.

Çalakiyên herî bi bandor jî 2012’an û 2018’an hatin lidarxistin, ku bi awayekî qismî tecrîda li dijî Rêber Apo şikandin.

Lê rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî Rêber Apo tecrîda heyî girantir kir û weke hincet jî di warê qanûnî de niha cezayên disiplînê nîşan dide.

Tevî ku CPT’yê jî bi raporekê tecrîd û êşkence bi fermî ragihand, heta niha tiştek nekiriye û gavek neavêtiye.

4 ROJIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM LI ZINDANAN
TJA: PIŞTGIRIYÊ BIDIN BERXWEDANA GIRTIYAN

Tevgera Jinên Azad jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de zilm û zora rêjîma faşîst a li ser girtiyên siyasî hat bibîrxistin.

Û çalakiya girtiyan a li dijî tecrîdê hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de bang li her kesî û raya giştî hat kirin, ku piştgiriyê bidin berxwedana girtiyên azadiyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv