Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an 31.10.2020

Di erdheja bi pileya 6.6 a ku duh li navçeya Seferîhîsarê pêk hat de, hejmera kesên jiyana xwe ji dest dan derket 25’an. Avahiya 11 qatî ya 3 qatên wê yên ewil hilweşiyan û xwar bû, bi vînçan tê girtin.

Di erdheja bi pileya 6.6 a ku duh li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê pêk hat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 25’an. 3 qatên avahiyek 11 qatî ya li Sîteya Dermîrkent a navçeya Bayrakliyê hilweşiyan û avahî xwar bû. Avahiya ku xwar bû bi piştgiriya vînçan tê ragirtin. Bi vî awayî di avahiyê de lêgerîna xelaskirina mirovan dewam dike.
Li aliyê din, cenzayê Ayşe Kose ya dibin xirabeyên apartmana Rizabey a Bayrakli de mabû hatin dîtin. Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 25’an. Du xwişkên hev ên cêwî Sayra û Çinar Akagunduz ên 15 salî yên dibin heman xirbeyên avahiyê de mabûn jî, têkilî bi wan re hat danîn. Xebatên derxistina her du xwişkên cêwî dewam dike. Hat diyar kirin ku dibin xirbeyên avahiyê de, keça ciwan a 16 salî Încî hî heye.
Di heman demê de agahî ji dayîk û 4 zarokên wê yên dibin xirbeyîn Apartmana Doganlar de, mabûn jî  hat girtin. Ekîbên lêgerînê, bi jina 38 salî Seher Derelî Perînçek a dibin xirbeyî de mabû re jî ketin têkiliyê. Hat hînbûn ku Perînçek û 4 zarokên xwe bi hevre ne.”
Dîsa AFAD, ji bo “avahiyên zirar dîtine” her tim hişyarên xwe dewam dike û ji welatiyan dixwaze ku nekevin van avahiyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv