Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hejmara meha Kanûnê ya Newaya Jin derket 01.12.2020

 

DÎKTATOR TÊ DARIZANDIN!
HÊJMARA MEHA KANÛNÊ YA NEWAYA JIN DERKET

Rojameya Newaya Jin hêjmara xwe ya meha Kanûnê derxist.

Newaya jin, ku balkişand ser rojevên jinan ên sala 2020an;

Kampanya 25’ê Mijdarê ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewrupa TJK-E ya binavê “ji bo darizandina dîktarekî sed sedem” kir manşet.

Rojnameva Gulîstan Çiya Îke û Nilay Egelî li ser armanca kampanyayê şîrove nivîsînan, bal kişandine ser sûcên şer û sûcên li dijî jinan ên di asta qirkirinê yên Erdogan 18 salên desthilatdariya xwe pêk anîne.

Gulîstan Çiya Îke û Nilay Egelî bi bîr xistine ku cara yekemîne daxwaza darizîna dîktatorekî ya ji ber sûcên li dijî jinan pêk tê û gotine armanceke kampanyayê jî ewe ku femînîzîd ang jinkujî wekî sûceke li dijî mirovahiyê were nasîne…

Her wiha nivîskar Zerya Gul jî bi lêkolînekî berfireh qala dîroka zayend, nasname û xwezaya jinan dike.

Dilzar Dîlok sernavên sûdewar ên ji bo jinan di sala 2020’an de derketin pêş jî nirxandin û got;

Sala 2020’an xerabiyên mezin hebûn li gel xerabiyan encamên xweş ên ku ji dîroka têkoşînê re werin nivîsandin jî derketin holê.

Dilzar Dîlok diyar kir ku heta nêrîna xerab û nebaş a li dijî mirovahî û jina neyê guherandin wê tu xerabî bi dawî nebin û wê mirovahî jî azad nebe.

Di rupela Jinolojiyê de jî Ruken Aras behsa xebatên atolyeyên jinoloyê dike û Çarçel Engîgezek aliyê wê yê vedibêje.

Ji nivîskarên rojnamê Bêrîtan Zagros bi navê, PDK vîna jinê nas nake balê dişîne ser polîtîkaya KDP’ê a derbarê jinan de.

Di hêjmra meha Kanûnê de cihek berfrej ji bo çand û hunerê jî hatiye veqetandin.

Bi derhêner, lîstikvan û namosteyê şanoyê Rûmet Beko hevpeyîvînek hatiye çêkirin.

Rojnemeya Newaya Jin ku her mehê jiyana du jinan digere dest vêcarê cih daye jina binavê Fetane Welîdî û Eva Maria Cox.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv