10 C
Amed
9 Nisan 2020
Sterk TV – zindi, canli, live, kurdî, kurmancî, soranî, zazakî, dimilkî, hewramanî, zindî, Kurdistan
Nûçe Nûçeyên Dawî

Birîndarên Helebçeyê behsa birînên 32 salan dikin

 

BIRÎNDARÊN KÎMYABARANÊ BEHSA WAN ROJAN DIKIN

16’ê Adara sala 1988’an de Rejima Baas bi çekên kîmyayî êriş bajarê Helebce kir.

Di qirkirinê de zêdetirî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin û 10 hezar kes birîndar bûn.

Hê jî êşa vê qirkirinê weke birîneke kûr di nava dil Kurdan de ye.

Niha emê berê xwe bidîn birîdar û şahîdê wê rojê.

Di 16’ê Adara sala 1988’an de Rejima Baas a Sedam Husên bi çekên kîmyayî êrişê bajarê Helebce kir.

Di encama êrişê de 5 hezar welatî şehîd bûn û bi hezaran welatî birîndar bûn.

Her wiha bi hezaran Zarok wenda bûn.

Heya niha jî beşek ji birîndarên kîmyabaranê bi amûrên oksîjenê û dermanan jiyana xwe ya rojane berdewam dikin.

Dema mirov guhdarê heryek şêniyê bajarê Helebce dike mirov dibîne her yek ji wan xwediyê serpêhatiyek trajîk in.

Jina bi navê Xedîce Ebdulrehman yek ji mexdurên kimyabaranê ye, dibêje heya niha jî bi rêya amûrê oksîjenê nefesê digre.

Di dawiyê de jî dayîka Xedîce rexne li hikûmetê kir û diyar kir ku bi qasî pêwîst hikûmet alîkariya birîndarên çekên kimyayî nake.

Keywan Yaqub jî yek ji birîndarên çekên kimyawiye û wiha qala roja êrişê û birîndarbûna xwe dike.

 

Ev jî hatin dîtin

20:00 Bernameya Taybet-rojbûna Rêber APO-Koma Cudî-04.04.2020

Stêrk Tv

Sozdar Avesta: Îro 4″ê Nîsanê ji bo me Rojbûneke dîrokî ye

Stêrk Tv

Rojbûna Rêber APO li Başûr û Rojhilatê Kurdistan hat pîrozkirin

Stêrk Tv

Li gelek deverên Kurdistanê dar ji bo Robûna Rêber APO hatin Çandin

Stêrk Tv

KCK: Deshilatdariya ji Huner û Twîttan bitirse ew mehkûmê têkçûnê ye

Stêrk Tv

HPG: Di çalakiyên dawî de 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Stêrk Tv