Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêrsa ciwanên Başûrê Kurdistanê û pêşmergeyên Dêrîn li hemberî PDKê dewam dike 31.10.2020

 

Ciwanên başûrê Kurdistanê û pêşmergeyên Dêrin ji ber du sedeman hêrsa xwe ya li hemberî PDKê beyan kirin.

Yek, PDK bi awayekî şik guman ji nişka ve hêzên xwe yên eskerî şand herema Gare ku bi salane di bin kontroal gerilla de ye.

Ya duyem PDK bê haya xelkê Şengalê bi rêvebirya Bexdayê re li ser qedera Şengalê peyman mor kir.

Ev herdu mijar jî dikarin bibin sedema şerekî fizîkî yê germ.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê dibêjin ewê bi hemû heza xwe ve berjewendiyên gelê Kurd biparêzin û rê nedin ku siyaseta hevkariya bi dewleta tirk re bi serkeve.

Pêşmergeyê Dêrîn jî dibêjin dewleta Tirk hewl dide bi rêya PDK’ê di nav Kurdan de şerekî navxweyî derxe.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer nerazîbûna xwe li hemberî kirinên PDK’ê nîşan dan.

Ciwanan li Silêmanî û Ranyayê daxuyanî dan û bal kişand ser rola dewleta Tirk a di polîtîkayên PDK’ê de.

Ciwanan diyar kirin ku ew ê li dijî provokasyon û kirinên PDK’ê yên ku xizmeta gelê Kurd nake, bêdeng nemînin.

 

PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN:
DEWLETA TIRK DIXWAZE BI RÊYA PDK’Ê DI NAVA KURDAN DE ŞER DERXE

Pêşmergeyên Dêrîn yên li herema Germiyan jî li dijî şandina hêzê ya ji bo qadên gerîla derketin.

Pêşmergeyan dan zanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya PDK’ê Kurdan bi hev bide şerkirin.

Û ji PDK’ê daxwaz kirin ku êdî neyê lêstokên dewleta Tirk.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv