HESABÊN LI SER ŞENGALÊ
CIVAKA ÊZIDÎ: TIŞTA KU DAIŞ’Ê NEKIR NIHA DEWLETA TIRK DIXWAZE TEMAM BIKE
Hesabên qirêj li ser Şengalê hene.
Li aliyekî Dewleta Tirk êriş dike, li aliyê din PDK jî van êrişan ji nedîtî ve tê.
Şengalî dibêjin ku tişta DAIŞ’ê nekarîbû bike, niha Dewleta Tirk dixwaze temam bike.
Êzidiyan ji bo pêşî li êrişên Dewleta Tirk bigrin, banga berpirsiyariyê li hukûmeta Iraqê kirin.
Serokwezîrê Iraqê Kazimî tevî heyeta pê re hefteya derbasbûyî li Washîngtonê hevdîtinên fermî kir.
Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî bi riya telekonferansê têkildarî mijarê brîfîngeke taybet pêk anî.
Di vê brîfîngê de têkildarî êrişên hewayî yên Dewleta Tirk li ser Şengalê pirsek ji Karên Rojhilata Navîn a Nêz Berpirsyar Joey Hood hate kirin.
Bersiva ku Hood da balkêş bû.
Hood qet qala êrişên hewayî nekir û got, divê Şengal ‘PKK jî di nav de ji milîsên çekdar bê paqijkirin’ û li şûna wê ‘îdareyeke sivîl’ bê avakirin.
Ji bo vê jî xwest Hewlêr, Bexda û Enqere ‘di bin şêwirmendiya Amerîkayê de bi hevre bixebitin.
Yanî bang li Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û Dewleta Tirk kir ku di bin kontrola Amerîkayê de dest li Şengalê werdin.
Ne tenê bang kir, di heman demê de îlan kir ku ji bo vê yekê xwedî hesab û planên şênber e.
Lê Şengalî dibêjin ku tişta DAIŞ’ê nekarîbû bike, niha Dewleta Tirk dixwaze temam bike.
Êzidiyan ji bo pêşî li êrişên Dewleta Tirk bigrin, banga berpirsiyariyê li hukûmeta Iraqê kirin.