Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: Hevalê Helmet bû pêşengê gelê me yê Başûr

 

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê di salvegera 1’emîn a şehadeta wî de Diyar Xerîb Mûhammed bi nasnav Helmet bi bîr anî.
PKK’ê destnîşan kir ku Helmet, jiyana bi felsefeya rêbertiyê ji xwe re esas digirt û got;
Em ê bi sekna Helmet têkoşînê mezin bikin û bi serkevin.”

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê: EM Ê BI SEKNA HEVRÊ HELMET TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN Û BI SERKEVIN!

5’ê Tîrmehê salvegera yekemîn a şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Diyar Xerîb Mihemed bi nasnav Helmet e.

Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyekê Diyar Xerîb bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de serî de Helmet, PKK’ê hemû şehîdên ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirine bibîr anî.

Da zanîn ku Helmet 25 salan, di nava refên şoreşê de cih girt û li hemû qadên têkoşînê de kar kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Helmet, di her kêliya jiyana xwe de felsefeya Rêbertiyê ji xwe re kir esas, lewma bû yek ji wan hevrêyan ku bi Rêbertiyê re meşiya.

“Hevrê Helmet kûrahiya hişmendiya xwe ya dîrokî bi hişmendiya civakî, têgihiştina hunerî, hezkirina xwezayê û feraseta gerdûnî ya yekbûyî re kir yek û bû milîtanekî mînak, mirovekî mînak. Lewma bersiva li pirsa ‘mirovê azad divê çawa bijî?’ jiyana bi rengê Helmet e.”

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê: HEVAL HELMET BÛ PÊŞENGÊ GELÊ ME YÊ BAŞÛR

Di daxuyaniyê de gotina Helmet a ‘Hîndekara herî mezin a jiyana min, dayika min e’ tê bibîrxistin û wiha didome;

“Ji gotina ‘Şoreşa Başûr şoreşa jinê ye’ ya Rêber Apo bawer kir û bi vê baweriyê têkoşiya, bû pêşengê gelê me yê Başûrê Kurdistanê.”

PKK’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bradost, Asos, Şêladizê, Şarbajar û Heftanînê bibîr xist û got;

“Helwesta herî xurt a li dijî xeta xiyanet û nokeriyê ew e ku di pêşengiya hevrê Helmet de, hişmendiya neteweya demokratîk bê geşkirin û li ser bingeha azadîparêziya yekîtiya neteweyî têkoşîn bê xurtkirin.”

Komîteya Rêvebir a PKK’ê herî dawî sersaxî ji malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê re xwest û soza avakirina Kurdistana azad nû kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv