Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevdînên şandeya MSD li Rusyayê

 

Hevseroka desteya rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed ragihand ku îmzekirina vê reşnivîsê weke gava destpêkê ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Îlham Ehmed diyar kir wan ev peyman di çarçoveya çareseriya siyasî de, ji bo vegera penaberan li cih û warên xwe, serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa wendayîyan, îmze kir.

Sekreterê meclisa partiya Îradeya Gelêrî Qedrî Cemîl jî eşkere kir ku ev peyman bêyî ti navbeynkaran hat îmzekirin.

Qedrî Cemîl destnîşan kir ku di vê peymanê de, teqez li ser yekbûna Sûriyê bi hemû pêkhatiyên xwe, tê kirin.

Cemîl da xuyakirin ku vê peymanê rastiya gelê Sûriyê derxist holê, ku ji bo çareseriya aloziyê li welêt, wan hemû berjewendiyên xwe dan aliyekî.

Meclisa Sûrî ya Demokratîk û Partiya Vîna Gel wê ji bo pêşxistina çareseriya siyasî li Sûriyê têbikoş in.

Her wiha hat xwestin ku MSD di nava Komîsyona avakirina destûra nû ya Sûriyê de cihê xwe bigre û tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bibe.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv