HEVDÎTINA PARÊZERAN A BI RÊBER APO RE BO 6 MEHAN HAT QEDEXEKIRIN
PARÊZERAN HERÎ DAWÎ DI 7’Ê TEBAXA 2019’AN DE HEVDÎTIN PÊKANÎBÛN
Edaleta Tirk mîna ku henekê xwe bi aqilê kurdan bike, 6 mehan qedexe danî ser hevîdtina Parêzeran ya bi Rêber APO re.
Ev qedexe herwiha ji bo 3 girtiyên din yên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî hat îlan kirin.
Girtiyên li girava Îmraliyê Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku, ji xwe, ev salek zêdetire nikarin parêzerên xwe bînin, Serdozgeriya Komarê ya Bursayê qedexeyek nû danî ser hevîdtina wan bi parêzeran re.
2’emîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ji bo 6 mehan qedexe danî ser hevdîtina parêzeran ya bi girtiyên li Imraliyê re.
Biryara qedexê di 23’ê Îlonê de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hatiye wergirtin.
Parêzer sala borî, di 22’ê Gulanê de, di 12 û 18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê.
Ji hingî ve parêzeran ji bo hevdîtinê tam 107 caran serî li meqamên dewletê dan, lê hemû serîlêdan bêbersiv hatin hiştin.