Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevdîtinên Cinêvê

 

NÛNERÊ NY’Ê LI SÛRÎ GIER PEDERSEN: BILA TI KES NE LI BENDÊ BE KU ENCAMEK JI HEVDÎTINÊN CENÊVÊ DERKEVE

Doh biryar bû ku li Swîsreyê hevdîtinên di bin navê amadekirina destûra bingehîn a Sûrî destpê bikrana..

Lê bi bahaneya ku 3 beşdarên civînê bi vîrûsa Koronayê ketine, hevdîtin hatin betalkirin..

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Cîr Pedersen bêhêviya xwe ya ji van hevdîtina anî ziman û wiha got,

Bila ti kes ne li bendê be ku encameke erênî ji hevdîtinên Cenevê derkeve..

Koma bi navê “Komîteya Destûra Bingehîn ya Sûrî” ji bo cara 3’an doh wê li bajarê Siwîsreyê Cenêvê dest bi hevdîtinên nû bikirana..

Plan ew bû ku hevdîtinên bi beşdarbûna nûnerên hukûmeta Sûrî, opozîsyona girêdayî dewleta Tirk û hin derdorên serbixwe, heta roja Înê birêve biçûna..

Lê piştî ku hat tesbîtkirin 3 beşdarên hevdîtinê bi vîrûsa Koronayê ketine, navber hate dayîn..

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Cîr Pedersen ragihand ku ji ber vê rewşê ne diyar e wê hevdîtin kengî destpêbikin..

Pedersen li wê yekê mukir hat ku ew di rewşeke zor de ne û wiha got:

Bila ti kes ne li bendê be ku ji hevdîtinên Cenevê ti encamên erênî werin bidestxistin..

Ji xwe tiştên ku beriya niha hevdîtinên Cenevê derketibûn holê jî fikarin Pedersen piştrast dikin..

Lewam bi salane nûnerên rêjîmê û opozîsyona di bin kontrola dewleta Tirk de li heman platforman hatine cem hev û her cerê ev hewldan bê encam mane..

Wekî din bi daxwaza Tirkiye, Rûsya û Amerîkayê, nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî li derveyî vê pêvajoyê hatine hiştin..

Ji ber vê çendê di serî de gelê Kurd, ti hêviya pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji van hevdîtinan tine ye..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv