Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevdîtinên şandeya Şengal li Bexdadê

 

Şandeya Şengalê li Bexda hevdîtinan dike.

Herî dawî endamên şandeyê bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî re civiyan.

Ji ber ku aliyekî meseleyê bû, Şengaliyan nerazîbûna xwe ya li hemberî peymana bêyî wan hatî mohrkirin nîşandan.

Şandeya Şengalê ji 12’ê Cotmehê ve li Bexda ye.

Şande li dijî peymana ji aliyê PDK, Dewleta Tirk û Desthilatdariya Mistefa Kazimî ve hatî mohkirin, hevdîtinan dike.

Endamên şandeyê di roja heftan a hevdîtinên xwe de an go doh, bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî re rûniştin.

Hevdîtin li çapemeniyê girtî pêk hat.

Endamên şandeyê nerazîbûna xwe ya li hemberî peymana li ser Şengalê ji nûnerên Neteweyên Yekbûyî re anîn ziman.

Şandeya Şengalê heta niha bi gelek aliyên siyasî, partî, sazî û rêxistinan re hevdîtin pêk anîn.

Tê payîn şande îro vegere Şengalê û têkildarî hevdîtinan raya giştî bi daxuyaniyekê agahdar bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv