Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe 28.11.2020

STENBOL – Dayikên Şemiyê, aqûbeta Nîha Aydogan ê berî 26 salan hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.Hevjîna Aydogan Halîme Aydogan, diyar kir ku tekane daxwaza wê ew e ku gorekê wî hebe ku zarokên wî biçin ser.

Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, mîna her heftê, çalakiya xwe ya 818’emîn li dar xistin. Ji ber şewba vîrûsê, çalakî li ser hesabê medya civakî hat lidarxistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 30’ê mijdra 1994’an de li navçeya Midyat a Mêrdînê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
TEKANA DAXWAZA WAN GOREKÊ WÎ HEBE
Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme aydogan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Berî 26 salan min hevjînê xwe winda kir. Serê sibê bi ser mala me de girtin. Evjînê min bi lêdanê binçav kirin. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî em agahî jê nagirin. Ne hestiyên û ne jî goreke wî heye. Ez bûm 60 salî. Lê ez hîna jî li aqûbeta wî diğerim. Gelo wê kengî hestiyên wî bên dîtin? Êdî ez dixwazim hestiyê wî bibînim, bêxim gorekê û biçim ser fatîheyekê bixwînim. Rojên Înê her kes, ji miriyên xwe şîvê derdixin. Lê ez nizanim, ka ezê çi darbixim. Bila dewlet êdî van hestiyan aşkere bike. Bila gorekê me jî hebe. Ez jî dixwazim zarokên min roja Înê biçin ser gora bav’ê xwe. Ev 26 salin ez tenê vê yekê daxwaz dikim.”
‘EM LI BENDA EDALETÊ NE’
Dûre keça Nîhat Aydogan Nejbîr Aydogan, mafê axaftinê girt û bi bîr xist ku dema ew 2 salîbû bavê wê birin. Nejbîr Aydogan, da zanîn ku ji wê rojê ve tu agahiyê ji bavê xwe nagire û wiha axivî: “Ez niha 28 salîme. Min bavê xwe qet ne diye. Neviyên bavê min çêbûn. Wê tu carî bapîrê xwe nebînin. Ev 26 salin em têdikoşin. Lê me tu encam bi dest nexist. Em tenê dixwazin gorekê wî hebe. Em li benda edaletê ne.”
Ji Mirovên Şemiyê Bîrgul Şahîn, daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê xwend.
BILA ÎŞKENCE BI DAWÎ BIBE
Şahîn, diyar kir ku ev 818 heftene ji bo ku edalet pêk were, bi israr têdikoşin û wiha got: “Em bang li raya giştî û rayedarên dewletê dikin. Divê xizmên windayan li dijî pêkanînên zalîman bên parastin, piştgirî ji bo wan bê dayîn. Divê ev îşkence bi dawî bibe. Divê aqûbeta windayan bê aşkerekirin û kiryar bên cezakirin.”
‘CAREK DIN AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN’
Şahîn, dest nîşan kir ku 3 nivşên malbata Aydogan li windahiyê xwe digerin û wiha rêz kir: “Nîhat Aydogan ê 39 salî li gundê Dogançay a Midyatê dijiya. Ji ber ku ne dixwest bibe cerdevan zext lê dihat kirin. Di 30’ê Mijdara 1994’an de, gelek tîmên taybet, esker û cerdevan bi ser mala Aydogan de digirin. Bi lêdanê Aydogan dixin bin çavan. Dest û çavên wî girê didin û di nava xwînê de wê dibin Qereqola Eskerî ya Midyatê. Dûre wî dibin Qereqola Eskerî ya Navenda Mêrdînê. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî gahî ji Nîhat Aydogan nehat girtin.”
‘GER MIRIBE, GORA WÎ LI KU YE?’
Şahîn, anî ziman ku piştî salên dirêj mirina Nihat Aydogan derbasî nifûsa wî ya malbatê kirin û wiha bi dawî kir: “Malbat ji rayedaran pirsa, ‘Ger mirîbe, wê demê gora wî li ku derê ye?’ kirin. Lê hîna jî bersiva vê pirsa malbatê nehatiye dayîn. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bê encam man. Lêpirsînek bi bandor nehat birêve birin. Dosyeya Aydogan nîv sedsala li benda edaletê ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv