Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevkarê tetikkêşê komkujiya Parîsê Omer Guney he jî li DÎTIB’ê dixebite 08.01.2021

 

KOMKUJIYA PARÎSÊ
HEVKARÊ TETIKKÊŞ OMER GUNEY HÊ JÎ LI DÎTÎB’Ê YE

Di salvegera 8’an a Komkujiya Parîsê de di serî de jinên kurd, kurdistanî ji bo yadkirina sê jinên şoreşger li qadan in.

Daxwaza wan pêk hatina edaletê ye.

9’ê Çileyê ji 2013’an ve ji bo berxwedêran bûye rojeke bi hêrseke mezin pirsîna hisabê.

Li gel vê daxwaza meşrû û heq jî daraza Fransayê bi esasa meselê daneke.

Tetikkêş Omer Guney di 17’ê kanûna 2016’an de di girtîgehê de bi operasyoneke taybet hat bêdengkirin ango kuştin.

Niha piştî 8 salan daraza Fransayê bi tenê bi Lêpirsîneke Edlî li dora meselê digere.

Lê di vê komkujiyê de ne bi tenê Fransa rola Almanyayê jî heye.

Li gel ku di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûne jî rola hevkarê Omer Guney ê li Elmanyayê Ruhî Semen hê jî bi temamî nehatiye ronîkirin.

Tetikkêş Guney, sala 2003’yan bi rêya zewacê hatiye Almanyayê û li bajarokê Bad Tolzê yê Eyaleta Bavyera bi cih bûye.

Wê demê pê ve kesê ku herî pir pê re dide û distîne Ruhî Semen e.

Ruhî Semen, li fabrîkaya bi navê ”Kînshofer GmbH’yê ku Guney heta 2009’an lê dixebitî, hostetiyê dikir.

Ev kes li herêma bavyerayê komên nijadperest jî bi rêxistin dikir.

Ruhî Semen piştî komkujiyê dema Omer Guney di girtîgehê de ye, serî li meqamên Fransê dide.

Dema xwe dide naskirin, dibêje, “ez hevalê Omer Guney im.”

Guney nîşeya reva ji girtîgehê ji bo ku bide MÎT’ê dide Ruhî Semen.

Ev rewş ji bo baldariya yekîneyên ewlehiyê yên Fransî hatiye dîtin.

Lê wê demê jî tu taqîbatek nehatiye kirin.

Semen gelek salan li mizgeft û komeleya DÎTÎB’ê ya li Mîesbachê çalak bû.

jixwe du bajarokên ku Omer Guney lê dijiya Bad Tolz û Schlîersee bi ser Mîesbachê ve ne.

Di wêneyekî de ku ANF bi dest xistiye, ku wêne yê havîna 2013’an e, di keresekê de ku DÎTÎB’ê organîze kiriye, Semen li gel rêveberekî DÎTÎB’ê xuya dike.

Karên Semen bi tenê bi DÎTÎB’ê jî bi sînor nîn e. Ew di heman demê de li ser hisabê “Turkspor Hausham” jî dixebite ku ev klub weke navenda nijadperestên tirk e.

Li gel vê rastiyê jî daraza alman qet hewcehî pê nedîtiye ku têkiliya di navbera Omer Guney û Ruhî Semen de lêkolîn bike.

Ji ber vê bê hewlwestiya meqmên alman raya giştî ya kurd xwedî wê fikrê ye ku rayedarên alman çavên xwe ji karên MÎT’a tirk re digirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv