Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevkariya Almanya û Tirkiyê: Berlîn careke din xwedî li rejîma Erdogan derket 03.02.2021

 

HEVKARIYA ALMANYA Û TIRKIYEYÊ
BERLÎN CAREKE DIN XWEDÎ LI REJÎMA ERDOGAN DERKET

Almanyaya ku fînansorê herî mezin a dewleta tirk e, dîsa bi Enqereyê re dest bi dansê kir.

Duh wezîrê parastinê yê hukumeta Tirk Hûlûsî Akar ku dikare wekî wezîrê şer jî bê pênasekirin, çû Almanyayê.

Akar li paytext Berlînê bi wezîra parastinê ya alman Annegret-Krapm-Karrenbauer ve civîya.

Parvekirina gaza li rojhilata derya spî û aloziya di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê de 2 mijarên sereke yên vê civînê bûn.

Piştî hevdîtinê, Karrenbauer da zanîn, ew ji hevdîtinên Atîna û Enqereyê memnûn in û dixwazin diyaloga di navbera her du aliyan de berdewam bike.

Wezîra alman ji rejîma antî-demokratîk Erdogan şerm nekir û civîna bi Akar re wekî “gavek bixêr a di navbera du şirîkan de” bi nav kir.

Bi van gotinan, Karrenbauer careke din hevalbendiya Almanyayê ya bi rejîma barbar a tirk re îfade kir.

Akar jî hevdîtinê “pir germ” pênase kir û bi vî awayî polîtîkaya alman ji bo welatê xwe piştrast kir.

Lê wisa xuya ye, ji bilî hukumetê, li Almanyayê tu kes ji serdana wezîrê tirk ne memnûn e.

Cîgirê koma parlemenê ya Partiya Demokrat a Azad Alexander Graf Lambsdorff reaksiyon nîşanî hevdîtinê da û got “Tirkiye dixwaze ji nû ve xwe bi Almanyayê şîrîn bike.”

Îtirazek din a ji bo hevdîtina Akar û Karrenbauer jî partiya Keskan bilind bû.

Berdevkê Polîtîkaya Derve yê partiyê Omîd Nûrîpûr, hevkariya leşkerî ya Tirkiyeyê ya bi Rûsya re û rola wê li Lîbyayê bi bîr xist û serdana Akar rexne kir.

Nûrîpûr da zanîn, Enqere dixwaze ligel Ewrûpayê, bi amerîkayê re jî rûpeleke nû veke lê ev yek wê ewqas ne hêsan be.

SERDANÊN HULUSÎ AKAR ÊN JI BO QIRKIRINA KURDAN
KURDISTANÎ Û DOSTAN BAL KIŞAND SER SÛCÊN ŞER ÊN TIRK

Kurdistanî û dostan jî li paytext Berlînê serdana Akar şermezar kir û bal kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê Îsmaîl Parmaksiz bi bîr xist ku Akar wezîrê şer û dagirkirinê ye û got: Divê Akar ji sûcên şer li Dadgeha Sûcên Şer were darizîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv