Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

Hevkariya Kanda bi Tirkiyê re li dijî Kurdan careke din li Qerabaxê eşker bû

 

DEMA MIJAR KURD BIN, HER AWAYÊ BAZIRGANIYA ÇEKAN REWA YE!

Ji sala 2017’an ve dewleta Tirk bi hevkariya hêzên Cîhanê teknîka herî giran a şer li hemberî Kurdan bikar tîne..

Di vê warî de çekên ku herî zêde rê li ber komkujiyan vekirin jî balafirên şer ên bê mirov in..

Ev balafir jî bi alavên leşkerî yên dewleta Kanadayê têne çêkirin..

Kanadaya ku li hemberî bikaranîna balafirên bê mirov ên li dijî Kurdan bê deng ma, niha eşkere kir ku ew ê bazirganiya xwe li gel dewleta Tirk rawestîne..

Sedema vê yekê jî, weke şerê li Qerebaxê hat binavkirin..

Nêzî 5 salan e ji ber êrişên balafirên bê mirov ên dewleta Tirk, li Kurdistanê bi sedan kes hatine kuştin..

Mîna ku tê îdîakirin, ev balafir ne ji aliyê dewleta Tirk ve, lê bi teknîka Amerîka, Kanada û Almanyayê hatine amadekirin..

Jixwe beriya çend rojan rêxistina bêçekkirinê ya Kanadî Plowshares (PLAWŞEYRZ) Projekt, bazirganiya qirêj a dewleta kanadî ya li gel dewleta Tirk eşkere kiribû..

Rêxistinê di rapora xwe de ragihandibû ku şîrketa binavê L3 Harrîs Weskam teknolojiya balafirên şer ên bê mirov difroşe Tirkiyê..

Li gorî raporê, bazirganî ji sala 2017’an ve dewam dike û dewleta Tirk bi rêya van çekan gelek komkujî pêk anîne…

Di bazirganiya Kanada û dewleta Tirk de, alava ku herî zêde bi bandor bû pereçeyên bi navê Weskam Sensor ku li balafirên şer û tankan têne siwarkirin e….

Û di nava 4 salan de Kanada bi buhayê bêtirî 350 mîlyon dolarî ev alav firotine Tirkiyê..

Rêxistina Kanadî bi bîr xistûb ku ji bilî şerê li dijî Kurdan, dewleta Tirk vê tekînîkê di êrişên xwe yên li Sûrî û Lîbyayê de jî bikar tîne..

Herî dawî jî 27’ê Îlonê roja destpêkirina şerê Qerebaxê, careke din eşkere bû ku dewleta Tirk balafirên şer ên bê mirov, ango teknîka Kanadî bikar tîne..

Û ji ber ku ev rewş eşkere bû, rêveberiya Kanadayê neçar ma hin gavan bavêje…

Li gorî vê,

Lîsansa firotina perçeyên balafirên şer ên bê mirov hate rawestandin..

Wezîrê Karê Derve Franswa Fîlîppe Şampanya li ser mijarê daxuyaniyeke da û wiha got:

Ji ber şer û êrişên li Qerebaxê ku di encamê de sivîl jî têne kuştin, Kanada bi fikar e. Lewma me peymana bazirganiya alavên leşkerî ya bi Tirkiyê re rawestand.

Kanada, cotmeha 2019’an jî piştî êrişa dagirkeriya Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê îdîa kiribû ku wan firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestandiye..

Lê paşê eşkere bû ku vê bazirganî dewam kiriye…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv