Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevkariya Merkel û Erdogan: Merkel hîn jî tankên Leopard dide şirîkê xwe Erdogan 22.01.2021

 

HEVKARIYA MERKEL Û ERDOGAN
MERKEL HÎN JÎ TANKÊN LEOPARD DIDE ŞIRÎKÊ XWE EROGAN

Tirkiye wekî gelek çekên welatên Ewrûpayê, tankên leopard 2 jî, di êrişa qirker a li dijî Bakurê Sûriyê bi kar anîbû.

Çapemeniya azad gelek caran der barê vê şirîkatiya qirêjî de belge parve kirin.

Heta der barê piştevaniya Merkel bo rejîma Erdogan duh jî nûçeyên me hebûn.

Merkel ji bo qadên dagirkirî gotina herêma ewle bi kar tîne û piştevaniya tam dide Erdogan.

Di sala 2019’an de rojnama alman Bild bi xwe jî di rûpelên xwe de cih dabû vê hevkariya qirêjî.

Di nûçeyê de dihat belge kirin ku Şansolye Merkel ji bo dagirkeriya tirk tankên leopard 2 dide Erdogan.

Piştî ku Merkel di vê mijarê de teşhîr bûbû hikûmeta wê ragihand ku êdî nema tankan didin dewleta tirk.

Lê ev gotina wê jî rast nebû. Li gorî lêkolîna bernama ”Report Munchen” a koavara Sternê Merkel rast nabêje.

Ev rapor di qenala dewleta alman ARD’ê de jî hat weşandin.

Li gorî raporê nûjenkirina tankên leopard 2 bi awayên din hatiye domandin.

Ev awa çi ne? Weke mînak;

Roketsan ji artêşa dagirker a tirk re çekan çê dike û şîrketa fermî ay dewleta tirk e, Tebaxa 2019’an Leopard 2’yên nûjenkirî da nasandin.

Hevşibîna parçeyên nûjenkirî ya li parçeyên fîrmaya ÎBD Deîsenrothê ku navenda wê li Bonnê ye, bal kişand.

Lê şansolya Alman der barê mijarê de gelek pirsname bi gotina ”raza dewletê” aşkere nekir.

Parlamenter Partiya Çepgir Sevîm Dagdelen der barê mijarê de got:

Heke nûjenkirina çekan bi teknolojiya Elman hatibe kirin, ev alîkariya rasterast a li sûcê Erdogan a binpêkirina hiqûqa navnetewî ya li Sûriyê ye.’

Parlamentera Partiya Keskan Tobîas Lînder jî ev bang li Merkelê kir:

‘Agahiyên bê ka Tirkiyê tangên leopard çawa nûjen kirine demildest aşkere bike’.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv