HEVKARIYA PDK YA BI DAGIRKERIYA TIRK RE
ASAYIŞA PDK’Ê MAMOSTEYÊN DAGIRKERÎ REXNE KIR, GIRTIN BINÇAVAN
PDK çav li polîtîkayên dewleta Tirk-bi taybetî yên AKP’ê dike.
Heman polîtîkayên wan dişopîne, yên piçekê nerazîbûna xwe tînin ziman, digire davêje zindanê.
Asayîşa PDK’ê li Akrê ya girêdayî Amediyê ji ber parvekirinên xwe yên li Medya dijital 2 mamoste kirin binçavan.
PDK di warê medya dijital de jî faşîzma AKP-MHP’ê ji xwe re dike mînak.
Demên dawî di serî de Duhok û Hewlêrê ji ber parvekirinên li ser medya dijital bi dehan hatin binçavkirin.
Mînaka wê ya dawî jî, binçavkirina 2 mamosteyan e.
Asayişa PDK’ê li bajaroka Akrê ya Amediyê, mamosteyên bi navê Silêman Kemal û Silêman Musa Zanyar kirin binçavan.
Sedema binçavkirina wan mamosteyan parvekirinên li medya dijîtal û rexnekirina hevkariya PDK a bi dewleta Tirk re ye.
Asayişa PDK’ê mamosteyên kirin binçavan, piştî Dihokê veguhestin Hewlêrê.
Nunerê navenda Metro ya Dihokê Eyhan Seîd binçavkirina her du mamosteyan rexne kir.
Û xwest her du mamoste werin berdan, rêz ji azadiya ramanê re were nîşandan.