Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk 08.11.2020

 

HEVKARIYA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK
“NE MUMKÛNE, HEVKARIYA ÎSTÎXBARATA TIRK Û PDK’Ê LI HERÊMÊ NEYÊ DÎTIN”

Edîtorê Rojnameya Mornîng Star ê navneteweyî Steve Swiney tevahiya meha Cotmehê li Başûrê Kurdistanê bû û serê meha Mijdarê vegeriya paytexta Ingilistanê Londonê.

Steve têkildarî çavdêrî û hevdîtinên xwe ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Rojnamevanê Ingilîz bal kişand ser veguhestina hêz û çekên giran ji aliyê PDK’ê ve ber bi Herêma Garê ve û wiha got:

Ev gaveke li dijî gerîlayên PKK’ê ye bi taybetî jî ji bo herêma Qendîlê.

PDK di vî warî de operasyoneke berevajîkirinê dike û hewl dide, PKK’ê bi awayekî xeternak nîşan bide û êrişên xwe pîr û pak bike.

Di navbera PDK û dewleta Tirk de têkiliyeke xurt heye.

Steve Swiney balê dikşîne ser kar û xebatên îstîxbarata dewleta Tirk MÎTê yên li Başûrê Kurdistanê û vê yekê destnîşan dike:

PDK bi îstîxbarata dewleta Tirk re dixebite û hewl dide şer mezin bike. Dewleta Tirk hewl dide li herêma Qendîlê navendeke îstîxbaratê ava bike.

Dema em li wêneyê mezin dinêrin, ne mumkûn e, ku têkiliya PDK’ê û hevkariya wê ya bi îstîxbarata dewleta Tirk re neyê dîtin.

Rojnamevanê Îngilîz destnîşan dike, ku herêma Qendîlê herêmeke sivîl e û dibêje, Serokkomarê Tirk Erdogan mîna ku sivîl li wir nebin diaxive.

Lê rastiya li herêmê gelekî cûda ye û gelek sivîlên li gundan dimînin hene.

Ez bi gelek kesan re axivîm û behsa tirsa xwe ya rojane ya ji êrişên dewleta Tirk kirin.

Stîv Swiney destnîşan dike, ku NATO jî bi qasî dewleta Tirk berpirsiyare û dibêje, divê Ingilistan firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestîne.

Rojnamevanê Îngilîz li ser rewşa dawî ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, ku di bin ambargoyê de jî wiha dibêje;

Ez 7 şev û 8 rojan li wargehê mam û her şev balafirên keşfê yên delweta Tirk li ser wargehê difirîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv