Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevkariya şerê li dijî Kurdan: Bi teknîka Kanadayê balafirên bê mirov, Kurdan dikujin 28.09.2020

 

HEVKARIYA ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN
BI TEKNÎKA KANADAYÊ BALAFIRÊN BÊ MIROV, KURDAN DIKUJIN

Dewleta Tirk salên dawî di pêkanîna komkujiyên li dijî gelê Kurd de, teknîka şer a herî giran bikar tîne..

Vê yekê bi hevkarî û bazirganiya li gel hêzên Cîhanê pêk tîne.

Eşkere bû ku balafirên şer ên bê-mirov ku qaşo Enqere îdîa dike ji aliyê wan ve tên çêkirin, bi teknîka Kanadayê amade dibin..

Ev yek ji aliyê rêxistina bêçekirinê ya Kanadî Plowşêrs ve hat piştrastkirin..

Dewleta Tirk salên dawî bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi rêya balafirên şer ên bê mirov komujiyan pêk tîne..

Heta niha di enama van êrişan de di nava wan de jin û zarok jî hene, bi sedan Kurd hatine kuştin..

Tirkiye ku van çekên giran bikar tîne îdîa dike ku ew bi xwe wan çê dike.

Lê diyar bû ku alavên herî girîng ên balafirên bê mirov li Kanadayê têne çêkirin.

Ev yek ji aliyê rêxistina bêçekirinê ya Kanadî Plowshares Projekt ve hat eşkerekirin..

Rêxistinê têkildarî mijarê raporek amade kir û ragihand ku şîrketa binavê L3 Harrîs Weskam teknolojiya balafirên şer ên bê mirov difroşe Tirkiyê..

Li gorî raporê, firotina alavên mijara gotinê, binpêkirina Peymana bazirganiya çekan a navneteweyî ye..

Rêxistinê dibêje, bazirganî ji sala 2017’an ve dewam dike û dewleta Tirk bi rêya van çekan komkujiyan pêk tîne.

Pereçeyên binavê Weskam Sensor li balafirên şer û tankan têne siwarkirin..

Û dewleta Tirk jî wan li balafirên binacî SÎHA bar dike..

Li gorî daneyan, Kanada heta niha bi buhayê bêtirî 350 mîlyon dolarî ev alav firotine Tirkiyê..

Di raporê de tê bibîrxistin ku ji bilî şerê li dijî Kurdan, dewleta Tirk vê tekînîkê di êrişên xwe yên li Sûrî û Lîbyayê de jî bikar tîne..

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî beriya demeke di bernameya radyoya Dengê Welat de bal kişandibû bazirganiya navbera dewleta Tirk, Almanya û Kanadayê..

Karayilan ragihandinbû ku ev herdû welat ji komkujiyên li dijî gelê Kurd berpirsiyar in..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv