Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevrîn Xelef, jina pêşeng û şoreşger 12.10.2020

 

SALVEGERA ŞEHADETA HEVRÎN XELEF
JINA PÊŞENG BI FERMANA SERÇETE ERDOGAN HAT ŞEHÎD KIRIN

Hevrîn dişibû gulekê û erdnîgariya ku herî zêde jê hez dikir.

Bêhna yasemînan jê dihat. Weke Cûdî asî û wek Dîcle herikbar bû.

Di temenê xwe yê ciwan de gelek xebatên giranbuha meşand.

Hevrîn hem bedew, hem jî jîr bû.

Temenê xwe ji bo gelên Sûriyê bi hev re azad bijî diyarî kiribû.

Dayîka Suad jineke polîtîk e. Bi salan li dijî înkarê têkoşîna hebûnê meşand.

Yadê Suad a 2 kur û 2 keç anîn dinê, keçên xwe jî weke xwe polîtîk, jîr û bi felsefeya rêber Apo mezin kir.

Keça xwe Zozan bi destê xwe rêdike nav refên têkoşîna azadiyê.

Zozan, 24ê Cotmeha sala 1998an li Beşebabê di şer de bi îşkenceya leşkerên tirk tê qetilkirin.

Cenazeyê Zozan, bi wesayîta zirxî ve girêdidin û bedena wê teşîr dikin.

Êşa Yadê Suad, a îşkenceya hovane a li cenazeyê Zozanê hatibû kirin ne-kewandibû, ji êşên nû bê xeber bû.

Hevrîn Xelef a 15’ê Mijdara 1984’an hat dinê keça Yadê Suada a duyemîn bû.

Qetilkirina xwişka wê Zozan a esîr hat girtin û qetilkirin hêrseke mezin bi Hevrîn re dabû çêkirin.

Ji ber vê xwest dibistanê berde.

Xeyala Hevrînê a bi israra dayîka xwe dibistan xwend, Tib bû.

Lê ji ber ku Hevrîn zarokeke Kurd bû rejîma Suriyê destûr neda fakulteya Tibê bixwîne.

Ji ber vê Hevrîn berê xwe dide Helebê endezyariyê dixwîne.

Hevrîn li dibistanê jî nasnameya xwe ya Kurdbûnê venaşêre û hertim li dijî neheqî û bê-hiquqiyê têdikoşe.

Piştî Hevrîn vedgire Dêrikê, li Suriyê şerê navxweyî destpê dike.

Êdî ji bo Hevrîn destpêkirina pêvajoyek nû nêz bûbû.

Her çiqas ew ne diwê ferqê debe bû jî, ewê li hember “şoreşa Rojava” ku li cîhanê deng veda bê-xem nemaba.

Êdî Hevrîn, bi awayek aktîv beşdarî pêvajoya şoreşa li Bakur-Rojhilatê Suriyê bûbû.Li Akademiyê li ser hev dewreyên perwerdê hatibûn destpêkirin.

Di van dewreyên Perwerdê de, pêwîstiyên perwerdê ku piştî şoreşê wê derketibane yên bikarin perwerdeya Kurdî bidin dihatin perwerde kirin.

Hevrîn paşê wezareta enerjî û ekonomiyê bi rêvebir.

Ji bo şoreş bibe malê gelan û bê-edaletiya di nava civakê de bi dawî bibe hertim proje amadekirin.

Hevrîn, ji bo di nava gelên Suriyê de yekbûnê bide avakirin biryar da bi awayek aktîf beşdarî siyasetê bibe.

Bi vî awayî Hevrîn bi komek hevalên xwe re sala 2018’an Partiya Pêşerojê ya Suriyê ava kir.

Gelên Ereb, Tirkmen û Suryanî ku beşdarî konferansa damezrandinê bûn, Hevrîn weke sekretera giştî hilbijartin.

Hevrîn mîrasa mezin a doza azadiyê ya gelan û jinan li pişt xwe hişt.

Li pişt Hevrîn, Têkoşîn, odeyeke ji bêhna yasemînan, findên vêxistî, pirtûkên xwendibûn û gul û kulîlkên hişk-kirî man.

Bi sedan gule li wesaîta Hevrîn a ku guleyan derbas nake hatibûn xistin.

Tevî ku hevrîn siyasetmedarek bû, çeteyan porên wê ji kokê hilkiribûn û bi awayek hovane ew qetilkiribûn.

Qetilkirina Hevrîn di qada navnetewî de weke ” sucê şer ê dewleta tirk kiriye” derbasî qeydan bû.

Cotmeh ji bo dayîka Hevrîn mehek reş e.

Kezeba xwe ya yekem Zozan, û zaroka xwe ya dawî Hevrînê jî di Cotmehê de windakiribû.

Ji bo Yadê Suada Cotmeh ne tenê her 2 zarokên xwe windakirine, di heman demê de komploya navnetewî a di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd jî îfade dike.

Yadê Suada 21 sal e, ji bilî reş tu rengên cuda li xwe nake, bi şîn û dilekî parçebûyî jiyana xwe didomîne.

Yadê Suada jineke şoreşger û berxwedê re.

Keçên xwe yên bi felsefeya azadiyê ya rêber Apo mezin kiribûn, diyarî doza azadiya gelan kir.

Keçên wê jî nîşan dan ku ew jî di rêça dayîka xwe de diçin.

Mînaka herî xûrt a girêdana dayîk û hevaltiyê, di şexsê Yadê Suada û Hevrîn de bû sembol.

Yek ji daxwaza Yadê Suada ji jinên Ewrûpa heye ew jî çêkirina peykerê Hevîn li navenda Awrûpa çêbikin û jinên cîhanê li dora wê bibin xelek

Yadê Suada, keçên wê Zozan û Hevrîn…Sê jin, Sê şoreşger…

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv