Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk Leyla Guven îro jî li navçeya Colemêrg Çelê bû.
Hevseroka KCDê Leyla Guven pêşî çû avahiya navçeyê ya HDP’a Çelê û bi gel re hat gel hev.
Leyla Guven piştî li pirsgirêkên gel gohdarî kir, peyama wê têkoşîna wan bidome da.
Paşê Leyla Guven û heyeta pêre yek bi yek li dikandarên navçeyê geriya û li rewşa wan pirsî.
Her wiha derbarê pêvajoyê û xebatên dimeşînin de jî dikandar agahdar kir.
Piştî wê Guven wê derbasî Şemzînan û Geverê bibe û serdana dikandaran bike.
Hevseroka KCDê Leyla Guven doh piştî beşdarî çalakiya “Em Xwe diparêzin” ya li Colemêrgê bû, hatibû binçavakin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê Guven hat berdan.